Ciwanên Qamişlo salvegera dagirkirina Efrînê bi bîr anî

Îşev bi dehan ji ciwanên şoreşger ên Qamişlo meşek bi boneya salvegera 3’yemîn a dagirkirina bajarê Efrînê li dar xist, bi wê re Berxwedana Serdemê pîroz kir û dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Ciwanên Qamişlo salvegera dagirkirina Efrînê bi bîr anî
17 adar, 2021   19:27
QAMIŞLO

Ciwanên şoreşger ên Qamişlo meşek bi beşdariya bi dehan ji ciwanan li dar xist, meş ji pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê dest pê kir û li tevahî taxên bajêr geriya.

Sibe salvegera 3’yemîn a dagirkirina bajarê Efrînê ye, ew dagirkirin piştî berxwedaneke bêhempa ya YPG û YPJ’ê bi dirêjahiya 58 rojan li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk hat û bi navê Berxwedana Serdemê tê nasîn.

(fr)

ANHA