Li Tirbespiyê komxebata "Dest bi dest em parastina destkeftiyên şoreşa Rojava bikin" li dar ket

Bi diruşma " Dest bi dest em parastina destkeftiyên şoreşa Rojava bikin" Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê komxebatek li navçeya Tirbespiyê li dar xist.

Li Tirbespiyê komxebata "Dest bi dest em parastina destkeftiyên şoreşa Rojava bikin" li dar ket
Li Tirbespiyê komxebata "Dest bi dest em parastina destkeftiyên şoreşa Rojava bikin" li dar ket
Li Tirbespiyê komxebata "Dest bi dest em parastina destkeftiyên şoreşa Rojava bikin" li dar ket
17 adar, 2021   18:47
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê komxebatek bi diruşma" Dest bi dest em parastina destkeftiyên şoreşa Rojava bikin" li navçeya Tirbespiyê li dar xist û tê de 3 mijar nîqaş kirin.

Mijara yekemîn ji aliyên endama yekitiyê Roken Silo ve hate birêvebirin û bi sernava "destkeftiyên şoreşa Rojava" bû. Roken Silo wiha got: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftî bi saya bi hezaran şehîdan pêk anîn û pergaleke demokratî û saziyên sivîl û civakî ava kirin û rola jinan di destkeftiyên şoreşê de ya pêşeng bû."

Mijara duyemîn jî ji aliyê mamoste Ednan Berko ve bi sernavê "Xeteriyên li hember şoreşa Rojava" hate birêvebirin û wiha axivî: "Rejîma dewleta Tirk a dagirker ji xeteriyên mezin li hember şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Li aliyekî din jî rejîmên paşverû yên li herêmê fikireya rizgariya gelan û birêvebirina wan ji civakên xwe re qebûl nakin, lewma şerê wan bi hemû rêbazan dikin, mîna hikumeta Şamê."

Mijara sêyemîn jî ji aliyê mamoste Menhel Xelef bi sernava "Partiya destkeftiyên şoreşa Rojava" bû û destnîşan kir ku çer ku destkeftî hene û xeterî jî hene, divê pergaleke parastinê were avakirin, da ku parastina van destkeftiyan bikin, bi taybet ji ber ev proje bi saya bi hezaran şehîd pêk hatine.

Piştî wê beşdaran nîqaş kir û nêrînên xwe anîn ziman. Beşdaran piştrast kir ku yekitiya pêkhateyan bingeha avakirina pergala demokratî bû, lê ev proje rûbirûyî xeteriyan bû û her wih pêwîst e hewldana ji bi itîrafa siyasî ya bi Rêveberiya Xweser hebe.

ANHA