Li Reqayê Konferansa 2’yan a Jinên Malbatên Şehîdan li dar ket

Îro li ser asta Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê û bi dirûşmeya"Jina birêxistinkirî garantiya parastina mîrateyên şehîdan e" 2 Konferansa Jinên Malbatên Şehîdan li dar ket. Di konferansê de 150 delgeyên wan herêman beşdar bûn, di encamê de gelek biryar hatin dayîn û li ser asta herêmê rêveberiyeke nû hate hilbijartin.

Li Reqayê Konferansa 2’yan a Jinên Malbatên Şehîdan li dar ket
Li Reqayê Konferansa 2’yan a Jinên Malbatên Şehîdan li dar ket
Li Reqayê Konferansa 2’yan a Jinên Malbatên Şehîdan li dar ket
Li Reqayê Konferansa 2’yan a Jinên Malbatên Şehîdan li dar ket
Li Reqayê Konferansa 2’yan a Jinên Malbatên Şehîdan li dar ket
Li Reqayê Konferansa 2’yan a Jinên Malbatên Şehîdan li dar ket
Li Reqayê Konferansa 2’yan a Jinên Malbatên Şehîdan li dar ket
Li Reqayê Konferansa 2’yan a Jinên Malbatên Şehîdan li dar ket
17 adar, 2021   19:19
REQA

Dayik û hevjînên şehîdan ên li herêmê, seroka Desteya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîgira xwe, şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîna Osê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kongreya Star beşdarî konferansê bûn.

Destpêka bernameya konferansê beşdaran deqeyeke rêzg girt, piştre Hevserokatiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Fatima Mehmûd axivî û duyemîn konferansa jinan a li ser asta herêmên rigarkirî pîroz kir û got: "Ev roja cuda ya ku hemû jinên ji pêkhateyan û neteweyan têne gel hev û pê re fikir û xwestekên xwe ku hewl didin asta jinan bilind bikin û wan ji qeyd û bendan rizgar bikin, nîşan dikin, di dawiyê de hêvî dikin ku ev konferans bi encamên ku xizmeta jinan û pêşeroja wan bike bi dawî bibe."

Dûvre şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîna Osê axivî û ev konferans li hemû jinan pîroz kir û da zanîn ku ev konferans di demeke hesas de li dar dikeve ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş pêk tê. Armanca êrişên artêşa Tirk a dagirker ew e ku destkeftiyên şoreşa azadiyê ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe.

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidiro axivî û soz da dayik û hevserên şehîdan û xwişk û birayên şehîdan ku şopdarên rêya şehîdan bin ku îro bi saya berdêlên şêniyên herêmê dane û serkeftinên wan destkeftiyên dîrokî bi dest xistine.

Li aliyekî din jî endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya li Reqayê Xaliya El-Keçwan axivî û eşkere kir ku ew wekî jinên sûrî xwedî armancên birûmet û rêgezên bingehîn in ku wan anîne gel hev, di heman demê de bi pêşengtiya jinan gelek destkeftî hatine bidestxistin û bi vî nimûneya demokratîk ku dê bibe kilîta çareseriya aloziya Sûriyê û hemû hêviyên gelên Sûriyê misoger bike, da ku azadî û wekheviyê bi dest bixin.

Bi navê Fermandariya Giştî ya Jinan a li Reqayê Selwa Eblo axivî û da zanîn ku her çi qasî biaxivin jî dê nikaribin heqên şehîdan bidin wan, ji ber ku li pey şahedeta xwe şopek di dîrokê de hiştin, ew ê heta hetayê wan ji bîr nekin ku ji bo gelê bindest, baweriya xwe canê xwe feda kir da ku welatiyekî azad ava bikin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, endama saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê Hîba Abdullah perspektîfên rêber Abdullah Ocalan xwendin.

Dûvre bi armanca pîrozkirina lidarxistina vê konferansê, endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hûndirîn a herêma Retlayê Mehmûd Kurdî spaname belav kirin û endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Fatima Mehmûd mekanîzmeya kar û xebata meclisa jinan xwend û paşê beşdaran dengên xwe dan gelek biryaran. Ji van biryaran:

- Mal û milkên şehîdan bi navên zarokên wan werin tomarkirin.

-Dema zarokên şehîdan di temenê biçûk de werin zewicandin, ne tenê dayik were cezakirin, lê belê hesab ji aliyê biryar girtiye jî were xwestin û piştre bacê bide û were girtin.

-Divê dadgeh têkildarî mijarên taybet bi malbatên şehîdan beyî hevkariya komîteya lihevanînê ya Saziyên Malbatên Şehîdan tu biryaran nedin.

-Heke zewac li ser hevsera şehîd were ferzkirin, divê meclis pereyan ferz bike.

-Ji bo zarokên şehîdan dibistan were vekirin û baxçeyekî taybet ji bo wan were avakirin.

-Ji bo hevjinên şehîdan dewreyên hemşîrtiyê werin vekirin.

-Ji bo hevjînên şehîdan ên bê xanî, xaniyek were dabînkirin.

-Navend û hol li ser navên şehîdên azadiyê werin vekirin, her wiha ji bo hevjîn û zarokên şehîdan jî nexweşxane werin vekirin.

Di dawiyê de li ser asta Tebqa, Reqa û Dêrazorê rêveberiyeke nû ya jinan hate hilbijartin ku ji 12 endaman pêk hat. Endamên hatine hilbijartin li pêşiya beşdaran sond xwar û pêkanîna biryar û çareserkirina astengiyên ku derdikevin pêşberî dayik û hevjînên şehîdan girtin ser.

(eh)

ANHA