Di pevçûna çekdarî li Beyrûtê de kuştî û birîndar hene

Di pevçûna çekdarî ya li nêzî mizgefta El-Qesar a li peytexta Lubnanê Beyrûtê de kuştî û birîndarên lubnanî hene.

Di pevçûna çekdarî li Beyrûtê de kuştî û birîndar hene
17 adar, 2021   17:58
BEYRÛT

Li paşxaneya lêdana gerînendeyê nivîsgeha serbaz Dimeşq, ciwanên girêdayî Tevgera Emel û Teyar El-Musteqbel bi hev ketin, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Dîmeşq(Ebû Elî) bi nasnav Ebû Xeşebe fermandarê pasdarên meclisa serdozgeriyê ye.

Girêdayî mijarê, serokkomar Mîşêl Ewn saet di 8’ê vê êvarê de peyamek ji lubnaniyan re bi rêya dezgehên çapemeniyê şand, tê de li ser rewşên giştî yên li welat û pêşdeçûnên hikumetê axivî.