Xwendekarên zanîngeha Rojava bi tabloyan salvegera dagirkirina Efrînê bi bîr anî

Bi rasthatina salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê Zanîngeha Rojava beşa Hûnerên Bedew, li pêşiya baxçeyê Gel ê li bajarê Qamişlo tabloyên hûnerî pêşandan ku azara Efrînê pê re rû bi rû ma nîşan dide.

Xwendekarên zanîngeha Rojava bi tabloyan salvegera dagirkirina Efrînê bi bîr anî
Xwendekarên zanîngeha Rojava bi tabloyan salvegera dagirkirina Efrînê bi bîr anî
Xwendekarên zanîngeha Rojava bi tabloyan salvegera dagirkirina Efrînê bi bîr anî
Xwendekarên zanîngeha Rojava bi tabloyan salvegera dagirkirina Efrînê bi bîr anî
Xwendekarên zanîngeha Rojava bi tabloyan salvegera dagirkirina Efrînê bi bîr anî
Xwendekarên zanîngeha Rojava bi tabloyan salvegera dagirkirina Efrînê bi bîr anî
17 adar, 2021   17:57
QAMIŞLO

YPG û YPJ`ê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker 58 rojan li ber xwe da, lê ji ber êrişên artêşa Tirk ên hovane di 18`ê Adara 2018`an de bajarê Efrînê hate dagirkirin.

Bi rasthatina salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê ku sibe ye, zanîngeha Rojava beşa Hûnerên Bedew tabloyên şehîd Avêsta Xabûr, Barîn  Kobanê ku her duyan di Berxwedana Serdemê de li dijî artêşa Tirk a dagirker li ber xwe dan û gihaştin asta şehadetê, pêşan dan.

Di heman demê de tabloyan îşaret bi darên zeytûnan ku nîşaneya aştiyê ye û şahida hovîtiya topbarana artêşa Tirk bû hate kirin, ji wê zêdetir jî tabloyan îşaret pê kir ku rengê zeytûnên kesk bi rengên xwînê hate rengînkirin.

Têkildarî mijarê serokê beşa Hûnerên Bedew a zanîgaha Rojava Xalid Fetah diyar kir ku ev çalakiya ku îro hate orgenîzekirin, bi boneya salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê ye.

/ar/uploads/files/2021/03/17/150123_khald-ftah.webp

Xalid Fetah destnîşan kir ku şervanan bi çekên xwe parastina erdê kirin, lê ew bi rêya tablo û rengan berxwedan û têkoşîna şervanan didin der.

Fetah ev yek li gotina xwe zêde kir: "Ev tablo ji beriya mehekê ve hatine amadekirin, ji 4 tabloyên zeytî, 4 avî, 4 reş û spî pêk tên û ji aliyê xwendekarên  qonaxên seretayî, amadehî û navîn ve hatine amadekirin."

/ar/uploads/files/2021/03/17/150143_swlyn-awsy.webp

Xwendekara bi navê Solîn Osê ku ew jî beşdar bûye, da zanîn ku ev yek bi  boneya salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê ye û got: "Şêwazên têkoşînê cihêwaz in û ne tenê bi çekan ve girêdayî û em jî bi rêya rîş û qelemê têkoşîna xwe didin der."

Tabloyên Solîn îşaretê bi libên zeytûnan û cihêwaziya rengên wan dike û ev yek lê zêde kir: "Îşaretê bi êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê dike ku çawa libên zeytûnan ji ber topbarana artêşê ya ji bajêr re ji hev belav bûn, kir."

Têkildarî mijarê çalakî berdewam in û tê payîn ku ciwanên şoreşger îro li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi armanca bibîrxistina şehîdên Berxwedana Serdemê mûman pêxin.

(eh)

ANHA