ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-03-2021
17 adar, 2021   00:00

-Bi boneya salvegera 3'yemîn a dagirkirina Efrînê, Yekitiya Berhemkaran a Helebê daxuyaniyekê li qada Şehîd Destîna ya beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê dide, saet 20:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolînerê misirî Muhsin Ewedellah bang kir ku fişareke xurt li dewleta Tirk bikin da ku rewşa rêber Abdullah Ocalan were zelalkirin û komîteyên navneteweyî serdana wî bikin û got: "Ocalan niha ne tenê kesayetekî Kurd e, lê belê serok û fîlozofê navneteweyî ya Rojhilata Navîn e." (BI WÊNE).

KURDISTAN

-Meclisa malbatên şehîdan ên Hesekê û Dirbêsiyê têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyên cuda didin. Bi heman armancê li navçeya Fafînê ya Şehbayê meşek tê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarokê Girbawî yê bajarê Qamişlo bi boneya cejna Newrozê şahiyekî li dar dixin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Bijîşkan a bajarê Qamişlo têkildarî agahiyên ku derbarê rewşa rêbertî de belav bûne, li pêşiya avahiya Kilînkên Gel a bajarê Qamişlo daxuyaniyê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Qamişlo piştrast kir ku ew ê Newroza îsal bi rih û moralên bilind pêşwaz bikin, bi taybet piştî serkeftina gerîla li Garê û hêvî dikin ku yekitiya Kurd were avakirin, da ku li hember planên dewleta Tirk bisekine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Siyasetmedar Abdulkerîm Siko got idîayên li ser nebaşiya tenduristiya rêber Abdullah Ocalan cihê fikarê ne û divê civaka Kurdistanî û dostên wê serî hildin û meşên şermezarkirinê li dar bixin û fişarê li rêxistinên hiqûqî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Konferansa duyemîn a jinên malbatên şehîdan li ser asta Reqa, Tebqa û Dêrazorê li navenda Asayîşa Retla ya gundewarê başûrê Reqayê li dar dikeve, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Efrînê yên li kantona Şehbayê bi cih bûne, bi boneya salvegera 3’emîn a dagirkirina Efrînê diyar kir ku berxwedana wan bi dawî nabe û destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide herêmên dîtir bi rêya êrişên xwe dagir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di ser dagirkirina bajarê aştiyê û warê zeytûnê (Efrîn) ji aliyê delweta Tirk ve 3 sal derbas bûn. Sûcên li dijî Kurdan wekî kuştin, koçberkirin, revandin, guhertina demografiyayê, bicihkirina çeteye û Turkmenan û heta rûxandina şûnwaran û sûcên qikirina çandî, ranwestiyane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di encama topbaranên dewleta Tirk ên demeke berê li dijî taxên bajarokê Eyn Îsay û gundewarên wê de, 3 zarokan jiyana xwe ji dest da, bi wê re jî bîlançoya qurbaniyên di encama êrişên dewleta Tirk ên li ser bajarokê de di dirêjahiya 4 mehan de bûn 9 sivîl. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Tevî ku bi tenê 72 rojan dewam kir jî, di dilê Ewropayê de bi fedekariyên xwe ji desthilatdariyê ber bi demokratiyê ve zivirandineke dîrokî bû. Komuna Parîsê (Komîn) a ku di dergûşê de hate kuştin. Li hemberî wê tevî hemû êrişan çi hişt ku tecrubeya komînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha bimîne (an ku li ber xwe bide)?

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyê ya kantona Kobanê bi banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê meşekê li gundê Maşî yê Minbicê li dar dixin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Merasîmê vekirina "Wargeha Ciwanan"Di roja duyemîn de li bajarê Qamişlo didome, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Eşîrên Ereb ên Til Temirê got, Rêber Ocalan rêberê tevahî pêkhate û gelên bindest e û bang li rêxistina CPT'ê kir ku bi erkên xwe rabe û bi lez rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan zelal bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA