Jinên Efrînê: Berxwedana me bi rihê Berxwedana Serdemê berdewam e

Jinên Efrînê yên li kantona Şehbayê bi cih bûne, bi boneya salvegera 4’emîn a dagirkirina Efrînê diyar kir ku berxwedana wan bi dawî nabe û destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya êrişên xwe herêmên dîtir dagir bike.

Jinên Efrînê: Berxwedana me bi rihê Berxwedana Serdemê berdewam e
17 adar, 2021   04:49
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Artêşa Tirk a dagirker di 20’ê Çileya 2018’an de saet di 16:00’an de êrişeke hovane bi çekên giran li dijî kantona Efrînê da destpêkirin û sûcên hovane li dijî şêniyên wê pêk anî.

18’ê Adarê jî salvegera 4’emîn a dagirkirina kantona Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ye. Di encamê de şênî ji bi darê zorê ji xaka xwe koçber bûn û niha li kantona Şehbayê bi cih bûne û bi hêviya vegera li Efrînê ne.

Jinên Efrînê yên li kamtona Şehbayê li ser mijarê ji ANHA'yê re axivîn û destnîşan kir ku berxwedana wan berdewam e.

Xatûn Sultan di destpêka axaftina xwe de dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk ve şermezar kir û wiha got: "Di vê mehê de salvegera 4’emîn a dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve ye. Bi wê re jî em ji mal û xaka xwe bi darê zorê koçber bûn."

Xatûn Sultan diyar kir ku piştî dagirkirina Efrînê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mîna Nesir El-Herîrê hovanetirîn sûcên li dijî şêniyên resen ên li Efrînê mane pêk anîn.

Xatûn Sultan li ser serdana Nesir El-Herîrî ji Başûrê Kurdistanê re axivî û wiha pê de çû: "Em serdan û pêşwazîkirina El-Herîrî ya ji hêla serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ve şermezar dikin û em dibêjin çi peymaneke li dijî me were kirin, em qebûl nakin û bi derbeya li yekitiya Kurd bi nav dikin."

Şêniyên Efrînê bi jin û mêrên xwe ve piştrast kir ku li gel şervanên xwe  di parastina xaka xwe li hember dewleta Tirk a dagirker de sekinîn û 58 rojan berxwedana wan li ber xwe da.

Nedîme Elo destnîşan kir ku berxwedana wan bi dagirkirina Efrînê re bi dawî nabe û hîna jî rihê wê berxwedanê heta roja îro berdewam e.

Nedîme Elo got, dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya êrişên xwe yên hovane, herêmên dîtir dagir bike û armanca wê ne tenê dagirkirina Efrînê ye, lê belê dagirkirina tevahî herêmên Rojavayê Kurdistanê ye.

Nedîme Elo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ê berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê heta têkbirina wê bidomînin."

Yasmîn Qadir jî wiha got: "Dîrok xwe dubare dike, di 2018’an de di navbera Itîlaf û dewleta Tirk hevkarî ji bo dagirkirina Efrînê çêbû. Îro jî Itîlaf bi serokatiya Erdogan hevdîtinan bi PDK’ê re re pêk tîne, da ku herêmên dîtir ên kurdan dagir bike, ev jî komployeke û em bi tundî şermezar dikin."

Yasmîn Qadir wiha domand: "Êdî bes e ji îxanetê û lîstokên dijmin ên li dijî me re. Em bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku êdî bes e ji îxaneta we li hember gelê Kurd re û destê xwe bixin destên hev ji bo avakirina mala kurdî, dijmin tu sûdê li wan nake."

Yasmîn Qadir got, armanca dijmin têkbirina biratiya Kurd e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em ê destek bin heta ku nave îxanet û fîtneyê ji nava xwe rakin û em ê Efrîn û tevahî herêmên dîtir rizgar bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dLAcic_PjTI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>