​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamê hêzên ewlekariyê Mihemed Tahir Hemo dema erka xwe bi cih dianî, di encama krîza dil de şehîd bû.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir
16 adar, 2021   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser mijarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:"Endamên hêzên me ya Asayîşa Qamişlo Mihemed Tahir Hemo Osman 15'ê Adarê dema erka xwe ya parastina ewlehiya gelê xwe bi cih dianî di encama krîza dil de şehîd bû.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Mihemed Tahir Hemo Osman

Navê dayikê: Bedriya

Cih û dîroka tevlêbûnê: Qamişlo 1'ê Gulana 2013

Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo 15'ê Adara 2021

Em Hêzên Ewlekekariya Hundirîn sersaxî ji xwe û malbata şehîd Mihemed re dixwazin û bejna xwe li hemberî şehîdên leheng ên ku canê xwe ji bo parastina xak û gelê xwe feda dikin, ditewînin. Em soza xwe ya bi malbatên şehîdên xwe û gelê xwe bi tevahî pêkhateyên wê nû dikin ku em parastina wan bikin. Em ê heta dawiyê  şopdarên xeta şehîdan bin heta ku armancên wan bilind û aştiyane bi cih bînin."

ANHA