​​​​​​​Li Tirbespiyê meşeke bi erebeyan ji bo zelalkirina rewşa Ocalan

Ciwanên şoreşger ên navçeya Tirbespiyê bi rêya meşeke bi erebeyan piştrast kir ku dê li ser metod û fikireya rêber Abdullah Ocalan heta rizgarkirina wî ji girtîgeh dewleta Tirk bimeşin.

​​​​​​​Li Tirbespiyê meşeke bi erebeyan ji bo zelalkirina rewşa Ocalan
​​​​​​​Li Tirbespiyê meşeke bi erebeyan ji bo zelalkirina rewşa Ocalan
​​​​​​​Li Tirbespiyê meşeke bi erebeyan ji bo zelalkirina rewşa Ocalan
​​​​​​​Li Tirbespiyê meşeke bi erebeyan ji bo zelalkirina rewşa Ocalan
16 adar, 2021   21:33
QAMIŞLO

Yekitiya Ciwanên Şoreşger û Meclisa Malbatên Şehîdan ên navçeya Tirbespiyê îşev meşeke bi erebeyan ji bo zelalkirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan, li dar xist.

Meş ji têketina rojavayê navçeyê dest pê kir û li tevahî kolanên sereke gerî, di meşê de wêneyên rêber Ocalan û diruşmên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê de hatin hildan.

Meş li Çerxeriya Azadî ya bakurê navçeyê bi dawî bû, her wiha ciwan kom bûn û diruşmên "bê serok jiyan nabe û bijî berxwedana Îmraliyê" bez dan.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mHwBEhCeKHs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>