Abdulkerîm Siko: Idîayên li ser tenduristiya rêber Abdullah Ocalan cihê fikaran e

Siyasetmedar Abdulkerîm Siko got, idîayên li ser nebaşiya tenduristiya rêber Abdullah Ocalan cihê fikarê ne û bang li civaka Kurdistanî û dostên wê  kir ku serî hildin û meşên şermezarkirinê li dar bixin û fişarê li rêxistinên hiqûqî bikin.

Abdulkerîm Siko: Idîayên li ser tenduristiya rêber Abdullah Ocalan cihê fikaran e
17 adar, 2021   02:36
 NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Sekerterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî)Abdukerîm Siko der barê idîayên li ser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan hatine belavkirin de, ji ANHA'yê re axivî.

Siko got dîroka Kurd tijî astengî ne û li qadên siyasî û leşkerî yên gelê Kurd rojane guhartin çêdibin, ew jî di encama komployên ku dijmin li dijî gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê  û derveyî de pêk tînin.

Siko got: "Dewleta Tirk niha tecrîdeke girankirî li dijî rêber Ocalan ferz dike û nahêle parêzer û malbata rêbertî serdana wî bikin. Ji zêdetirî salekê ve rêbertî malbata xwe nedîtiye û tu agahî li ser rêbertî bi dest neketine. Dewleta Tirk bi vê yekê hewl dide gelê Kurdistanê ji fikireya Ocalan mehrûm bike.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniya xwe ya 15'ê Adarê eşkere kir ku bi her awayî tu têkilî bi muwekilê xwe re li girtîgeha Îmraliyê pêk neaniye û hevdîtina dawîn a bi rêber Ocalan re di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hat û di 27’ê Nîsana 2020’an de jî parêzeran bi muwekilê xwe re bi rêya telefonê axivî.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê da zanîn ku ji wê demê de tu agahî li ser rêbertî bi dest neketine, lê di 14’ê Adara 2021’an de hin idîayên li ser jiyana birêz Ocalan li ser torên civakî ji aliyê nenas ve hatin belavkirin.

Siko destnîşan kir ku îdayên ragihandina Tiriyê yên têkildarî nebaşbûna rewşa rêbertî cihê fikaran çêdike û wiha pê  de çû: "Ev idîa berdewama siyaseta tecrîdkirina li dijî rêbertî û berdewama siyaseta Osmanî ya têkbirina gelan, her wiha siyaseta girêdana bi desthilatê û siyaseta redkirina çandên dîtir e."

Siko bang li civaka Kurdistanî, Kurd û dostên gelê Kurd ên li tevahî welatên cîhanê kir ku fişarê li saziyên sivîl ên hiqûqî, rêxistinên mafên mirovan bikin, li hember siyaseta dewleta Tirk serî hildin, heta ku xizmên rêber Ocalan û parêzerên wî serdana wî bikin û siyaseta dewleta Tirk sînordar bikin û tecrîda li dijî rêber Ocalan were rakirin.

Sekerterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî)Abdukerîm Siko wiha gotina xwe bi dawî kir: " Li hember van siyasetan dema niha dema yekitiyê ye, divê tevahî ji berjewendiyên partîtî bi dûr kevin. Em ê di piştgiriya çalakiyên bi piştevaniya rêber Ocalan berdewam bin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/a7-uAk5Y_k8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>