Li Minbicê jî ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin kirin

Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Minbic û jinên Minbicê bi du daxuyaniyan xwestin rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan were eşkerekirin, her wiha a qurbaniyên komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn.

Li Minbicê jî ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin kirin
Li Minbicê jî ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin kirin
Li Minbicê jî ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin kirin
Li Minbicê jî ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin kirin
Li Minbicê jî ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin kirin
Li Minbicê jî ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin kirin
Li Minbicê jî ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin kirin
16 adar, 2021   14:50
MINBIC

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo bi beşdariya endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên Minbicê daxuyanî li yarîgeha li naverasta bajêr, xwend.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Minbicê Mêrvet Hemed bi beşdariya jinên Minbicê, daxuyaniya jinên Minbicê xwend.

Di her daxuyaniyan de hate xwestin ku divê rewşa rêber Ocalan a tenduristî were eşkerekirin, û hate gotin divê rêxistin û komên tenduristî derbasî Îmraliyê bibin, da ku rewşa Ocalan bizanin û derman bikin.

Di berdewama her du daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku divê li gorî qanûnên navneteweyî yên danûstandina mirovî bi girtiyên siyasî re bê tevgerîn, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan were rakirin, malbat û parêzer serdana rêber Ocalan bikin, da ku rewşa wî ya tenduristî bizanin.

Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku bêdengiya navneteweyî li ser sûcên dewleta Tirk piştgiriya binpêkirina mafên mirovan û qanûna navneteweyî ye û derfetê li pêş sûcên zêde vedike.

Piştî xwendina her daxuyaniyan, meşek hate lidarxistin, meş ji yarîgehê de dest pê kir û heta bi Çerxeriya Mîzana a rovayê bajêr çû, di nava meşê de jî diruşmên bijî rêber Apo û eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêbertî hatin hildan.

(fr)

ANHA