​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi deh hezaran kes ji bo Ocalan li qadan bûn

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi deh hezaran kes li qadan bûn û xwestin ku bi hez hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re bê kirin û agahiyên derbarê rewşa wî de werin girtin.

16 adar, 2021   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

14'ê Adarê îdiayên derbarê rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan belav bûn. Ev yek cihê fikaran ji bo şêniyan çêkir.

Li Kobanê, navçeyên Amûdê, Til Berak û Tirbespiyê, Heleb, Eyn Îsa û Reqayê daketin qadan û xwestin ku tavilê hevdîtin bi rêbertî re were kirin.

Kobanê

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê, ji duh êvarî, cara duyemîn li qada Jina Azad kom bûn û xwestin ku dimildest hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re bê kirin û rewşa wî ya tenduristî were eşkerekirin.

Şênî ji qada Jina Azad dest bi meşê kirin, di kolana 48'an re derbas bûn û rawestgeha kolanê mîtîngeke li dar xist. Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî Silêman Kiêşîş axivî û got: "Tevî hewldanên têkbirina vîna gelên ku xwedî li ramanê rêbertî derketin, Rêber Ocalan rêya gelan ronî kir."

Kiêşîş diyar kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên xeta rêbertî bin û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir û bi lez destwerdanê bikin û rewşa tenduristî û ewlehî ya Rêbert Abdullah Ocalan eşkere bikin.

Bi navê rêxistinên jinan ên Kobanê, Sûad El-Dumer jî axivî û got, pêwîste gelê Kurd û tevahî gelên din ji demên berê bêtir li dijî faşîzma dewleta Tirk bisekinin, têkoşîna xwe xurt bikin da ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.

AMÛDÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê û gundewarê bi heman armancê meşek li dar xist. Şêniyên bi posterên Rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û pankartên "Ji Rêber Ocalan re azadî", "Em berxwedana Garê silav dikin" û "Dixwazin ku divê parêzer tavilê serdana rêbertî bikin" ji qada Şehîd Cîhad dest bi meşê kirin.

Di meşê de durişmeyên "Bê serok jiyan nabe", "Bimire îxanet", "Li dijî rejîma faşîst a Tirkiyê serî hildin" berz kirin.

Girse li qada Jina Azad deqeyeke rêz ji bo bîranîna şehîdên azadiyê girtin. Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Mediya Sedûn diyar kir ku ew ê ji bo rêbertî li qadan bin û gotin têkoşîna wan berhemên keda rêbertî ye.

TIL BERAK

Bi dehan şêniyên navçeya Til Berak a kantona Qamişlo ji bo ku hevdîtin bi rêbertî re bê kirin, daketin qadan. Şêniyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e" vekirin.

Meş ji çerxerêya Firin a başûrê navçeyê dest bi meşê kirin û durşmeyên banga hevdîtina bi rêbertî re hatin berzkirin.

Meş li ber çerxerêya Şehîdan veguherî mîtîngê. Hevseroka Meclisa Navçey Til Berakê Emîna Xilêf axivî, tecrîd û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Berdevaka Kongreya Star a navçeyê Henan Silêman jî bang li civaka navneteweyî kir ku mudaxele bike û bihêle ku parêzer û xebatkarên tenduristiyê serdana rêbertî bikin û agahiyên li ser rewşa wî parve bikin.

TIRBESPIYÊ

Meclisa Navçeya Tirbespiyê jî daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Hevserokê meclisê Mihemed Hec Ferhan daxuyanî xwend û bal kişand ser mercên girtina rêbertî û tecrîda girankirî ya li ser wî hatiye ferzkirin.

Hec Ferhan tecrîda li ser rêbertî şermezar kir û bang li rêxistinên hiqûqî û Rêxistina Efû ya Navneteweyî, Yekitiya Ewropa û Dadgeha Ewropayê kir ku bi lez destwerdanê bikin û dewleta Tirk neçar bikin da ku rêbertî azad bike.

HELEB

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Bes tecrîd, dagirkerî û faşîzm dem dema azadiyê ye, em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û neteweya demokratîk ava bikin" meşiyan.

Şêniyan ji pêşiya hola civînana  a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ber bi qada Şehîd Destîna ya beşê rojhilatê taxê  ve meşiyan.

Li qada Şehîd Destîna deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Komîteya Rûspiyên bajarê Helebê, endama rêveber a Komîteyê Semîra Elûş axivî, banga daketina qadan û xurtkirina xebatê da ku zext li dewleta Tirk were kir û rewşa Rêber Abdullah Ocalan were eşkerekirin.

Semîra Elûş her wiha got, tişta ku li girtîgeha Îmraliyê rû dide, berdewama komploya navneteweyî ya li dijî gelên herêmê ye. Her wiha bang li CPT kir ku erka xwe ya li hemberî rêbertî bi cih bîne.

EYN ÎSA

Li navçeya Eyn Îsayê, bi sedan endamên komîte û meclisên kantona Girê Spî û rûspiyên navçeya Eyn Îsayê li çerxerêya Şaredariyê ya  navçeya Eyn Îsayê kom bûn û xwestin ku agahî ji rewşa rêbertî re bigirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo daxuyanî xwend, tecîrda li ser rêbertî şeremzar kir û bang ku divê rê ji malbat û parêzeran re bê dayîn ku hevdîtinê bi rêbertî re pêk bînin.

REQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/s1OOW6DEtuc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi heman armancê Yekitiyia Parêzerên Reqayê û Meclisa Edaleta Civakî ya Tebqa û Reqayê du daxuyanî dan.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Dîwana Edaletê ya Reqayê hatin xwendin, Meşel El-Tirkan daxuyaniya Yekitiya Parêzerên Reqayê û Semah Şeirawî daxuyaniya meclisê xwend.

Di daxuyaniya parêzeran de hate gotin ku tecrîda li ser rêbertî û redkirina daxwazên parêzer û bijîşkan ku serdana rêbertî bikin sûcekî li dijî gelên azad e, her wiha hate gotin ku Rêber Ocalan sembola têkoşînê ye.

Parêzeran di daxuyaniya xwe de banga seferberiya giştî kir û bang li desteyên navdewletî  yên têkildarî mafên mirovan kir ku desteyekê ava bikin da ku bighêje Îmraliyê rewşa tenduristî ya rêbertî eşkere bikin.

Di daxuyaniyên Meclisa Edaleta Civakî ya Tebqa û Reqayê hate girtin ku sûcên ku dli dijî Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî yên di girtîgeha Îmraliyê de têne kirin hemû qanûnên navneteweyî binpê dike û wiha hate domandin: "Tu hincet ji tecrîda girankirî re tuneye, her wiha di tu qanûn û exlaqê de ev kiryarên dermirovî yên li dijî kesayetê neteweyî ku zêdetirî 80 milyon mirov aşiqê wî ne, nayê pejirandin."

Di daxuyaniyê de ji bo hevdîtin bi rêbertîr re bê kirin, banga xurtkirina çalakiyan hate kirin.

ANHA