​​​​​​​‘Divê gelê herêmê hevgirtî be, da ku komkujiyên wekî Helebçe dubare nebin’

Endamê PYD`ê Ebdulrehman Hisên di civîna ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helebçeyê de, bang li gelê herêmê kir ku hevgirtî bin û rê nedin ku komkujiyên bi wê rengî li dijî wan dubare bibin, nexasim ku dewleta Tirk a dagirker gelek herêman dagir dike.

​​​​​​​‘Divê gelê herêmê hevgirtî be, da ku komkujiyên wekî Helebçe dubare nebin’
16 adar, 2021   14:06
 HESEKÊ

Ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helebçeyê di salvegera 33`yemîn a komkujiyê de, Partiya Yekitiya Demokraîtk bi hevkariya Kongreya Star a navçeya Til Temirê civînek li dar xist.

Civîn li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê hate lidarxistin û bi sedan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarê bûn.

Di civînê de, endamê PYD`ê Ebdulrehman Hisên axivî û behsa komkujiyên ku rejîma Tirk û rejîma Sûriyê li dijî gelê Kurd ê Sûriyê pêk anîne, kir. Her wiha qala komkuijyên ku bi destê rêxistinên terorîst di şerê Sûriyê de hatine kirin, kir.

Hisên wiha got: “Em salvegera 33`yemîn a komkujiya ku rejîma Baasê li dijî gelê Kurd li Helebçe pêk aniye, dijîn ku di encamê de bi hezaran mirovên Kurd ên bê guneh bûn qurbanî.”

Hisên diyar kir ku di 10 salên şerê Sûriyê de, gelek komkujî li dijî gelê Kurd pêk hatin wekî komkujiyên li Efrînê, Serêkaniyê û herêmên din ên dagirkirî.

Hisên di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelan û pêkhateyan kir ku hevgirtî bin û nehêlin ku komkujiyên li dijî gelê herêmê bi giştî û gelê Kurd bi taybet dubare bibin, nexasim ku dewleta Tirk a dagirker li herêmê ye ku dîroka wê bi komkujiyan dagirtî ye.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wTsBp8asttg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>