Di bîranîna Helebçeyê de.. bi hezaran kesan xwestin rewşa rêber Ocalan bê eşkerekirin

Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê bang li rêxistinên navneteweyî û yên hiqûqî kirin ku zextê li hikumeta Tirkiyê bikin da ku yekser rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan eşkere bike. Her wiha şehîdên Komkujiya Helepçe bi bîr anîn û bi “roja ku nayê jibîrkirin” bi nav kirin.

16 adar, 2021   13:57
 HESEKÊ

Di 14`ê Adarê de li ser malperên medya civakî hin îdia li ser rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Li ser wê yekê bi hezaran pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û kiryarên dewleta Tirk li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin.

Herî dawî di 7`ê Tebaxa 2019`an de parêzerên Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin bi muwekîlê xwe re pêk anîbûn. Her wiha herî dawî di 27`ê Nîsana 2020`an de ji ber vîrusa Koronayê peywendiya telefonê bi rêber Ocalan re pêk hatibû.

DIRBÊSIYÊ

Ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk û da ku rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan nas bikin, bi hezaran şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundên girêdayî wê xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandanê ji deriyê başûr ê ketina navçeyê dest pê kir. Xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin û di kolanên sereke yên navçeyê re meşiyan. Her wiha hemû dikanên navçeyê hatin girtin û heta Qada Şehîdan siloganênê ku banga azadiya rêber Abdullah Ocalan dikin, hatin berzkirin.

Li Qada Şehîdan, endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger Cûdî Mîrza axivî û diyar kir kul i gorî îdiayên li ser rewşa rêber Ocalan hatine belavkirin, xeterî li ser rewşa rêbertî heye û got ev rewş komploya navneteweyî ya sala 1999`an li dijî Rêber Apo tîne bîra wan.

Cûdî detnîşan kir ku heta rewşa tenduristî ya rêber Ocalan nas dikin, ew ê li qadan bin û got: “Em ê têkoşîna xwe heta rakirina tecrîdê û azadkirina rêber Ocalan dewam bikin.

Her wiha hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê Salim El-Salim têkildarî salvegera komkujiya Helepçe daxuyaniyek xwend û tê de wiha hate gotin:

 “Cîhan çavê xwe li sûcên rejîma Baasê pêk anîne digire. Wê demê, rejîma Baasê berê balafirên xwe da Helepçe û sivîlên li Xoremal û Helepçe bi çekên kîmyasal bombebaran kirin. Di encamê de zêdetirî 5 hezar zarok, jin û kesên temenmezin ku amadekariyên pîrozkirina cejinên Biharê dikirin, bûn qurbanî.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev yek tê wê wateyê ku rejîma Baasê tu nirxên mirovî û exlaqî nas nake. Her wiha helwesta rêxistinên navneteweyî li hemberî vê komkujiya xirab, hate şermezarkirin.

TIL TEMIR

Bi heman armancê bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê û partiyên siyasî li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn da ku daxuyaniyekê bidin raya giştî.

Endamê rêveber ê Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Navçeyê Ridewan Xelef daxuyanî xwend û tê de ev yek destnîşan kir: “Ruxmî ku rêber Abdulla Ocalan li Îmraliyê dîl girtî ye, lê hewl dide aştiyê û demokrasiye li Tirkiyê pêk bîne. AKP`ê hewl dide bi hemû rêbazan dengê azadiyê û demokrasiyê ku rêber Abdullah Ocalan banga wê dike, bêdeng bike.”

Xelef wiha domand: “Faşîstên Tirk rêbazên kirêt li dijê rêber Abdullah Ocalan dimeşînin da ku binkeftina xwe veşêrin.”

Xelef di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mirovî û rêxistina CPT`ê kir ku çeranûsa rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin û parêzeran bişînin Îmraliyê da ku tenduristiya wî nas bikin.

KAMPA WAŞÛKANÎ

Koçberên Girê Spî yên ku li Kampa Waşûkanî dimînin çalakiyek bi tevlêbûna bi sedan niştecihên kampê li dar xist.

Xwepêşandanê ji dawiya kampê dest pê kir û li ber deriyê sereke yê ketina kampê veguherî mîtîngê. Xwepêşandêran dirûşmên azadkirina rêber Abdullah Ocalan û eşkerekirina tenduristiya wî berz kirin.

Di mîtîngê de hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî Elaa Elî axivî û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Dewleta Tirk dewleteke dagirker e, ji ber ku rêbertî pergala zordestiyê ya li Tirkiyê hejand, komployek li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk anî û tecrîdek lê ferz kir.”

Elaa di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan kir ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku tecrîdê bi dawî bike, çarenûsa rêber Ocalan eşkere bike û destûrê bide ku hevdîtinên parêzer û malbatê.

Di çalakiyê de koçberên Kampa Waşûkanî bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn.

Endama rêveber a Kongreya Star a kampê Besîme Mihemed daxuyanî xwend û komkujiya Helebçe şermezar kir û bi roja reş bi nav kir.

Besîme piştrast kir ku ev roj nayê jibîrkirin û destnîşan kir ku ev komkujî bi rê û rêbazên cuda berdewam dikin, wekî dagirkirin û qirkirina ku li dijî gelê Rojava û her çar parçeyên Kurdistanê tê kirin.

HESEKÊ

Li Hesekê jî endamên saziyên sivîl, hêzên leşkerî û partiyên siyasî li Çerxerêya Sînalko ya li taxa Til Hecerê kom bûn û dest bi xwepêşandanê kirin. xwepêşandêran wêneyên rêber Abullah Ocalan, alên PYD`ê û Kongreya Star û pankertên bi nivîsên “Bêyî serok jiyan nabe” rakirin.

Xwepêşandêr di kolana sereke re heta Çerxerêya Îtfaiyê meşiyan û dirûşmên berxwedana rêber Abdullah Ocalan silav dikin, berz kirin.

Li Çerxerêya Îtfaiyê endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Zekiye Fermo û endama rêveberiya Komîteya Çandê ya girêdayî Rêveberiya Giştî ya Dibistanan Nisrîn Mecdel, daxuyanî bi zimanê erebî û kurdî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan nas dike, dê çalakiyên xwe berdewam bike.

Piştî ku xwepêşandan bi dawî bû, Rêveberiya Herêma Hesekê têkildarî salvegera 33`yemîn a Komkujiya Helepçe dauxyaniyek da. Endama rêveber a Partiya Yekitiya Demokraîk a Hesekê Samiye Ferhan daxuyanî xwend.

Samiye di daxuyaniyê de hate gotin ku divê gelê Rojhilata Navîn û cîhanê di bin sîwana neteweya demokratîk de kom bibin û xwe bi fikrên demokratîk xurt bikin.

ŞEDADÊ

Li navçeya Şedadê Meclisa Navçeyê û Kongreya Star der barê rewşa rêber Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke hevbeş da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ji aliyê endama rêveber a Kongreya Star a Şedadê Menar El-Ilêwî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê ev yek hat gotin: “Dewleta Tirk a faşîst nahêle parêzerên Abdullah Ocalan hevdîtinan bi muwekîlê xwe re pêk bînin yan jî serdanê bikin da ku rewşa wî nas bikin. ev yek li dijî qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî ye.“

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku destûrê bide hevdîtinan û rewşa rêber Ocalan eşkere bike.

Her wiha hate diyarkirin ku ji mafê her girtiyekî ye ku parêzer û doktor serdana wî bikin û rewşa wî nas bikin, lê dewleta Tirk bi van kirinên xwe hemû qanûnên navneteweyî binpê dike.

(cx, şx)

ANHA