Hejmara pêketiyên koronayê zêde bûye, desteya tenduristî bang kir

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilata Sûriyê piştrast kir ku hejmara pêketiyên vîrusa koronayê zêde bûye û bang li şêniyan kir ku bi tedbîrên rêgirtina vîrusa koronayê pabend bin.

Hejmara pêketiyên koronayê zêde bûye, desteya tenduristî bang kir
16 adar, 2021   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Daneyên pêketiyên vîrusa koronayê (Covid_19) li Bakur û Rojhilata Sûriyê di demên dawîn zêde bûye. Her wiha Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku 45 kesên din bi koronayê ketine û 5 kes jî jiyana xwe ji dest daye.

Bi van daneyan hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilata Sûriyê gihaşt 8 hezar û 900 ji wan; 346 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar û 259 kes baş bûne.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûriyê Ciwan Mistefa ji ajansa me re piştrast kir ku daneyên hejmara kesên ji ber koronayê mirine û pêkhateyên wê li herêmê zêde bûne.

Ciwan Mistefa diyar kir ku divê şêniyên herêmê bi tedbîrên pêşîlêgirtinê vîrusa koronayê pabend bin û maskan bi kar bînin û bi taybet di meha Adarê de ji ber ku gelek çalakî tê de tên lidarxistin û got:" Şaneya aloziyê nîqaş dikin ku çawa tedbîrên pêwîst bigirin ".

Ciwan Mistefa anî ziman ku ger daneyên pêketiyên koronayê zêdebûna xwe berdewam bike, dibe ku rewşa qedexeya giştî yan beşî di rojên bê de dê ferz bikin.

Heta niha tu rêxistinên tenduristiya cîhanî tu gav der barê anîna dermanan ji Bakur û Rojhilata Sûriyê re neavêtine, tevî ku Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî wê mijarê bang li gelek rêxistinên tenduristî kir.

ANHA