Beşîr Mele Newaf: Xwedîderketina li rêber Ocalan erkekî  nîştimanî û exlaqî ye

Beşîr Mele Newaf diyar kir ku di serdema nûjen de cara yekemîn e ku kesayetek mîna rêber Abdullah Ocalan heye. Mele Newaf piştrast kir ku wî Kurdan ji çirava pişaftinê xilas kiriye û got: “Xwedîderketina li rêber Abdullah Ocalan erkekî neteweyî, exlaqî û nîştimanî ye.“

Beşîr Mele Newaf: Xwedîderketina li rêber Ocalan erkekî  nîştimanî û exlaqî ye
16 adar, 2021   10:47
 NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Nivîsgeha Sedsalê ya Hiqûqî ya Taybet bi rêber Abdullah Ocalan û girtiyên girtîgeha Îmraliyê, di 15`ê Adarê de daxuyaniyek da raya giştî. Tê de diyar kir ku derfet nayê dayîn ku hevdîtin bi miwekîlên xwe yên li Îmraliyê re birêz Abdullah Ocalan, birêz Omer Xeyrî Konkar, birêz Hamilî Yildirim û birêz Weysî Aktaş were çêkirin.

Hevdîtina dawîn bi rêber Abdullah Ocalan re di 7`ê Tebaxa 2019`an de bû. Cara dawî jî di 27`ê NÎsana 2020`an bi rêya telefonê axivîbû.

Rewşenbîr Beşîr Mele Newaf destnîşan kir ku ji dema dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan û heta roja me ya îro, desthilata Tirkiyê ji bo têkbirina vîna gelê Kurd rê û rêbazên cuda bi kar anîn û wiha domand: “Her guhertinek di rewşa kurdî de yan jî li Tirkiyê rû bide, mîna van agahiyên ne rast girêdayî jiyana rêber Abdullah Ocalan tên belavkirin.”

Nivîsgeha Sedsalê ya Hiqûqî bi rêya daxuyaniya xwe destnîşan kir ku hinek îdia û nûçe der barê tenduristiya rêber Abdullah Ocalan de hene û piştrast kir ku ew rastiya van îdiayên ku dem demê têne belavkirin, nizanin. Lê ya girîng ew e ku ev yek bi awayekî bi zanabûn û bi rêxistinkirî pêk tê.

Her wiha Mele Newaf da xuyakirin ku armanc ji belavkirna mîna van agahiyan ew e ku berteka kolana kurdî û asta girêdana civaka kurdî û Kurdistanê bi rêber Abdullah Ocalan ve, were naskirin.

Mele Newaf diyar kir ku dewleta Tirk asta hêza rêber Abdullah Ocalan a analîzkirina kesayetî û doza Kurd û asta giraniya wî di siyaseta kurdî de nas kiriye û wiha berdewam kir: “Ocalan ne mirovek an jî serokek asayî ye. Hemû girîngiya têkoşîna wî ji bo çareserkirina doza Kurd bi awayekî aşitane."

Mele Newaf diyar kir ku fikrê rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan e, lê belê xizmeta hemû gelên herêmê dike û wiha got: "Eger dewleta Tirk bi fikir û perspektîvên rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kiribana bingehê, dê bi ser biketa. Ajandeyên pergala Tirk ne ajandeyên neteweyî ne û eger ew jî wisa bûya wê bi rêya perspektîvên rêber Abdullah Ocalan derbarî qonaxeke pêşketî bûya.”

`DIVÊ SERÎ LI HEMBERÎ SIYASETÊN DAGIRKERAN BÊ HILDAN`

Mele Newaf bang li tevahiya gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li hemberî siyasetên dewletên mêtîngerên Kurdistanê serî hildin û wiha domand: “Pergalên dagirker, hewl didin her destkeftiyeke Kurdan têk bibin. Me ev yek di şoreşên dawîn de yên li Rojhilata Navîn dît dema gelê Kurd banga mafên xwe kir, wê demê hemû li dijî wî bûn yek.”

Mele Newaf îşaret pê kir ku ku cara yekemîn di serdema nûjen de kesek mîna rêber Abdullah Ocalan tê dine ku bi tena ser xwe di kesayeta Tevgera Rizgarkiriya Kurdistanê de ji zêdetirî 40 salî ve li hemberî hovantirîn dewletan mîna dewleta Tirk li ber xwe dide ku bi dehan tevgerên Kurd tune kirine. Mele Newaf da zanîn ku rêber Abdullah Ocalan gelê kurd ji çirava pişaftinê xilas kir û wiha domand: “Xwedîderketina li rêber Abdullah Ocalan erkekî neteweyî, exlaqî û nîştimanî ye.“

Mele Newaf piştrast kir ku rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn wek sembola jiyana hevbeş tê naskirin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Lewra divê tevahiya gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd bang bikin ku rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan were eşkerekirin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mhezEr_oWhg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>