MXDŞ’ê qurbaniyên komkujiya Helebçeyê bi bîr anî

MXDŞ’ê bi daxuyaniyek nivîskî qurbaniyên komkujiya Helebçeyê bi bîr anî û diyar kir ku divê gelê Kurdistanê xwe bi rêxistin bike da ku rê li ber tevahya hewldanên dijmin bigire.

MXDŞ’ê qurbaniyên komkujiya Helebçeyê bi bîr anî
16 adar, 2021   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclîsa Xwseriya Demokratîk ya Şengalê bi boneya 33’emîn salvegera komkujiya Helebçeyê, daxuyaniyek nivîskî weşand. MXDŞ’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dijminên gelê Kurd kengê derfetê bibînin, wê Helebçeyek din dûbare bikin.

Daxuyaniya MXDŞ’ê bi vî awayî ye:

Îro 33`yemîn salvegera kîmyabarana bajarê Helebçe ye ku tê de 5 hezar kes bûn qurbanî. Bi boneya 33`yemîn salvegera kîmyabarana Helebçe, em wek Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê sersaxî ji tevahiya civaka Kurdistanî û malbatên qurbaniyan re dixwazin.

Di roja me ya îro de jî bi heman awayî dijminê dagirker li ser vê projeyê ku beriya 33 salan li Helebçe pêk anî, xebatên xwe dewam dike. dijminên gelê Kurd kengê derfet ji xwe re bibîne, ew ê komkujiya Helebçe dûbare bike.

Li hemberî vê yekê pêwîst e gelê Kurdistanê xwe bi rêxistin bike û karibe rê li ber tevahiya hewldanên dijmin bigire.

Kiryarên Helebçe heya roja îro li Efrîn, Serêkaniyê û beriya 6 salan li Şengalê jî dûbare bûn. Çawa gelê Helebçe di komkujiyê re derbas bû, niha jî gelê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyayê yên ku li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne, rastî wan kiryaran tê, lê ev yek di bin navekî cûda de pêk tê.

Êşa ku gelê me ê Helebçe kişandî em jî wê êşê dikişînin, kiryarên li hemberî gelê Helebçe hatin kirin di sala 2014’an de jî li hemberî civaka me ya Êzidî hate kirin.”