Dewleta Tirk û Amerîkayê li ser derxistina çeteyên Sûriyê ji Lîbyayê li hev kirin

Çavkaniyan eşkere kir ku dewleta Tirk û Amerîkayê li ser derxistina çeteyên Sûriyê yên ku dewleta Tirk şandine Lîbyayê li hev kirin.

Dewleta Tirk û Amerîkayê li ser derxistina çeteyên Sûriyê ji Lîbyayê li hev kirin
16 adar, 2021   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Skye News ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, dewleta Tirk û Amerîkayê li hev kirin ku çeteyên Sûriyê ji tevahî axa Lîbyayê di 15 rojan de derxînin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku danûstandinên mezin li ser asta baylozên Amerîkayê û dewleta Tirk li Lîbyayê der barê derxistina çeteyan pêk hatin.

Heman çavkaniyan anî ziman ku 2 rayedarên lîbî bendên lihevkirinê şopandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku balafirên Afrîkiyayê û balafirên dewleta Tirk dê çeteyan ji balafirgeha Miêtîqe ya navneteweyî veguhêzin Tirkiyê û piştre Sûriyê.

Çavkaniyan piştrast kir ku piştî agahiyên derbarê lihevkirinê, çeteyan yekser amadekariya derketinê kirin.

Li gorî lihevkirina leşkerî ya bi hikumeta Wîfaqê re, dewleta Tirk balafirên kişfê û şêwirmendên leşkerî şandin Lîbyayê. Her wiha piştre çeteyên Sûriyê jî şandin Lîbyayê.

(dm)