Komkujiya Mehmûdiyê di hişê efrîniyan de zindî ye

Bûyerên komkujiya Mehmûdiyê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve di 16`ê Adarê de li dijî sivîlên Efrînê pêk hat, hîna jî di hişê efrîniyan de zindî ye û ev roj ji bo mirovahiyê şermek e.

Komkujiya Mehmûdiyê di hişê efrîniyan de zindî ye
16 adar, 2021   07:13
HELEB-HENAN MIHEMED

Îro 3`yemîn salvegera Komkujiya Mehmûdiyê ye ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî sivîlên li taxa Mehmûdiyê ya li herêma Efrînê pêk hatî ye. Dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrişî sivîlên li taxa Mehmûdiyê kir û ji bo kesên bûne şahidê vê komkujiyê ev roj wekî kabûsekê ye û hîn jî di bîr û bala wan de zindî ye. Di encama vê komkujiyê de 21 kes bûn qurban û bi dehan kes birîndar bûn, di nav de zarok û jin jî hebûn.

ŞAHILDÊN KOMKUJIYÊ

Jina ciwan a bi navê Zîlan Xelîl a ji gundê Ereba ya navçeya Mabata ya kantona Efrînê ku şahideke wê komkujiyê ye, axivî û got piştî êrişên li dijî gund û navçeyên Efrînê gur bûn, wan berê xwe daye bajarê Efrînê û li gelek deveran bi cih bûn. Lê her carê êriş dijwartir dibûn, di dawiyê de li taxa Mehmûdiyê bi cih bûn û 7 rojan lê man.

Zîlan Xelîl destnîşan kir ku di roja dawî ya êrişan de, dema ew di xew de bûn, balafirên artêşa Tirk a dagirker li asmanê Efrînê digeriyan û dengê topan heta sibeha roja din li Efrînê qut nebû, derdora 12 topan li nêzî malê ketin.

Zîlan Xelîl ev yek li gotina xwe zêde kir: "Piştî top kêmekî sekinîn, me biryar da ku em derkevin cihekî bi ewletir. Dema ez derketim kolanê; min dît ku dever mişt xwîn e û gel ji tirsa dîtina wan kêliyan li kolanan baz didan, ji ber ku parçeyên laşên birîndaran li ser erdê bûn û piraniya wan jî zarok û jin bûn."

Ji ber wan bûyerên ku di bala Zîlanê de mane, bandoreke neyînî li derûniya wê hatiye kirin û niha li gundê Helîsa ya kantona Şehbayê bi cih bûye û li nexweşxaneya Avrîn tê dermankirin.

ROLA KADROYÊN TENDURISTIYÊ

Hemşîreya bi navê Viyan Têkoşîn ku li nexweşxaneya Avrîn a li kantona Efrînê dixebitî, dateyên hatina birîndaran ji nexweşxaneyê re wiha bi bîr xistin: "Nexweşxane tijî birîndar bû û derfetên me tune bûn ku em wan bişînin derveyî kantona Efrînê, ji ber ku herêm ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû dorpêçkirin. Ji ber alav têra birîndaran tune bûn birîndar li erda nexweşxaneyê dihatin dermankirin,."

Viyan Têkoşîn diyar kir ku ji ber hejmara kadroyên tenduristiyê kêm bû û hejmra birîndaran zêde bû, heta ji destên wan hat hewl dan birîndaran xilas bikin, hinekan ji wan birîndar derman dikirin û hinekan jî xwîna birîndaran disekinand, heta ku doktorê pispor ji emeliyatê derdiket.

BÊDENGIYEKE NAVNETEWEYÎ HEBÛ

Viyan têkildarî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrişên li dijî şêniyên Efrînê axivî û got: “Ruxmî qêrîna dayîkan a domdar ku êrişên li dijî Efrînê rawestin lê civaka navneteweyî bê deng bû û tu rêxistineke hiqûqî bi erka xwe li hemberî wan pêk neanî.”

Ji aliyekî din be Rûşîn Reşîd ku ew jî kadroyeke nexweşxaneya Avrîn bû têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê wiha axivî: Dewleta Tirk deverên ku gel lê kom dibû, dikirin armanc, kîn û nefreta xwe di serê sivîlên ku ji bo parastina axa xwe li ber xwe didan re derdixist. Ruxmî komkujiyan jî, gelê Efrînê tesîlmkarî red kir û ji wê zêdetir hêza xwe kom kir û heta niha jî bi hêviya vegerê li kampên ku lê dimînin, li ber xwe didin. ez di wê baweriyê de me ku me Efrîn wê vegere xwediyên wê yên resen, ji ber ku me rêya berxwedanê hilbijartiye."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/inc7v2aFL8Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>