​​​​​​​Li kantona Qamişlo gel ji bo rêber Abdullah Ocalan li qadan bûn

Li bajar û naveçyên kantona Qamişlo gel ji bo naskirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bûn.

15 adar, 2021   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarê Qamişlo, navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê piştî belavbûna nûçeyên girêdayî rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan, daketin qadan û xwestin ku agahî ji rewşa rêbertî bê girtin.

QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ber bi avahiya NY'yê ve meşiyan. Meş ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve hate lidarxistin. Di meşê de alên Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan, her wiha banga ragihandina agahiyan li ser rewşa rêber Abdullah Ocalan û azadkirina wî hate kirin.

Li ber avahiya NY'yê endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Newroz Hec Elî daxuyanî xwend û got: "Em ciwan diyar dikin ku agahiyên ku li ser çapemeniya dewleta Tirk a faşîst belav bûne, divê demildest bê zelalkirin. Em hebûna xwe di hebûna rêber Apo de dibînin. Ji ber ku vê jî ji niha zûtir gerek ev tecrîd were şikanndin û azadiya rêber Apo ya fîzîkî misoger bibe."

Her wiha banga li tevahî ciwanan kir ku her qadê bikin qadê serhildanê û têkoşîna destxistina azadiya fîzîkî ya rêber Apo.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê jî bi sedan şênî herikîn qadan û xwestin dimildest hevdîtin bi rêbertî re bê kirin û rewşa wî were eşkerekirin.

Meş ji pêşiya qada Şehîd Xebat dest pê kir û di nava kolanên sereke yên navçeyê de dewam kir. Şêniyan wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan û banga eşkerekirina rewşa wî kirin.

Meş li naverasta navçeyê rawestiya, endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Ahîn Elî axivî û got: "Divê em nas bikin ku tecrîda li dijî rêbertî tecrdî li dijî tevahî gelên azadîxwaz e."

Ahîn Elî di dawiyê de got: "Em ji rêxistinên cîhanî re dibêjin ku em ê têkoşînê bidomînin ta rewşa rêbertiya me nas bikin, ji ber ku azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye."

Di dawiya çalakiyê de diruşmeyên banga azadkirina rêbertî hatin berzkirin.

TIRBESPIYÊ

Bi heman armancê, şêniyên navçeya Tirbespiyê ligel hildana wêneyên rêber Abdullah Ocalan ji pêşiya navenda Kongreya Star ber bi navenda Ciwanên Şoreşger ve meşiyan, di wê navberê de diruşmeyên banga rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya rêbertî kirin.

Meş li ber navenda Ciwanên Şoreşger a li rojavayê navçeyê veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hate girtin. Hevseroka PYD'ê ya navçeya Tirbespiyê Hediya Şemo axivî û diyar kir ku dewleta Tirk siyasetên xwe yên li dijî gelê Kurd û rêber Abdullah Ocalan didomîne û tecrîda li îmraliyê girantir dike.

Hediya banga rakirina tecrîdê kir û got, tu kes tecrîdê qebûl nake û banga azadkirina rêbertî dike, ji ber ku rêbertî xwediyê rêgezên demokrasiyê ye.

Bi navê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Nûredîn Şakir jî axivî, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, ew ê xeta rêbertî bişopînin ta tecrîdê bi dawî bikin û rêbertî azad bibe.

Nûredîn Şakir di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirova kir ku bi lez destwerdanê bikin û rewşa rêbertî eşkere bikin.

ÇILAXA

Bi dehan şêniyên navçeya Çilaxa ji bo ku hevdîtin bi rêbertî re bê kirin li ber deriyê ketina navçeyê yê kom bûn û ji wir dest bi meşê kirin.

Şêniyan bi wêneyê wêneyên rêbertî û berzkirina diruşmeyên silavkirina rêbertî di nava kolanên navçeyê de geriyan.

Meş, li çerxerêya Şehîd Mahsûm a naverasta navçeyê sekinî. Endamê Meclisa Navçeya Çilaxa Feysel Hesen got: "Dewleta Tirk bi siyasetên xwe û ferzkirina tecrîdê li dijî rêber Abdullah Ocalan, aliyekî kurdî tenê nake hedef, lê belê tevahî gelên ku fikirê wî pejirandine dike hedef. Lê li hemberî van siyasetan em ê bêdeng nesekinin."

Hesen, bang li rêxistinên mirvo kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku terîda li dijî rêbertî bi dawî bike, rewşa wî ya tenduristiyê eşkere bike.

DÊRIK
<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/C-7RQyMPqp8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>
Li Dêrikê jî bi heman armancê bi sedan kes ji qada Şehîdan a naverasta bajar dest bi meşê kir. Şêniyan xwestin ku rewşa rêbertî were eşkerekirin û tecrîd were bidawîkirin.

Meş di kolanên sereke yê navçeyê de dewam kir û bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.
Meş li qada Azadî rawestiya, piştî deqeya rêzgirtin, ji rêveberên Kongreya Star a Dêrikê Wesfa Murad axivî û got: "Heta ku rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan neyê zelalkirin dê gelê Kurd û gelê azadîxwaz rihet nesekinin."
Wesfa Murad bang li rêxistinên hiqûqî û yên navneteweyî kir ku rewşa rêbertî zelal bike.
Bi navê Meclisa Navçeya Dêrikê Mûtîh Elî destnîşan kir ku divê CPT mudaxele bike û rewşa tenduristî ya rêbertî eşkere bike.
ANHA

ANHA