Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Fransayê serdana Meclisa Leşkerî ya Suryanî kir

Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî diyar kir ku wan di hevdîtina xwe ya ligel nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Fransayê de rewşa herêmê bi giştî, êriş û sûcên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê parve kirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Fransayê serdana Meclisa Leşkerî ya Suryanî kir
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Fransayê serdana Meclisa Leşkerî ya Suryanî kir
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Fransayê serdana Meclisa Leşkerî ya Suryanî kir
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Fransayê serdana Meclisa Leşkerî ya Suryanî kir
15 adar, 2021   18:28
HESEKÊ

Meclisa Leşkerî ya Suryanî îro "Duşemê" pêşwaziya nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê li Fransayê Dr. Xalid Îsa û cîgira hevserokatiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Îliya kir. Hevdîtin li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê pêk hat.

Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Hena û ji fermandarên meclisê Matay Hena pêşwaziya şandeyê kir û civîneke pêk anîn.

Di civînê de rewşa giştî ya herêmê, ligel mijarên giredayî êriş û sûcên domdarê ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin nîqaşkirin.

Li ser hevdîtinê, Aram Hena ji ANHA'yê re axivî û got: "Me îro pêşwaziya nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê li Fransayê kir. Ev serdan di çarçoveya xebatên doplomatîk ên Rêveberiya Xweser de pêk hat, da ku rewşa navçeya Til Temirê bi taybet û rewşa herêmê bi giştî bighînin aliyên fermî yên li Fransa û rêxistinên hikumî û aliyên têkildarî raya giştî."

Têkildarî mijarên ku di civînê de hate nîqaşkirin, Aram Hena got: "Me ji wan re behsa rewşa herêma Til Temirê di gelê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê de û bandorên van êrişan, her wiha sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne, ku li dijî qanûnên mafên mirovan kir. Me behsa bandora êrişên DAIŞ'ê yên li ser herêmê û ziyanên ku gihandine gundên Xabûrê ji wan re kir."

Hena destnîşan kir ku wan di civînê de behsa pêwîstiyên herêmê di aliyê leşkerî û perwerdkirina hêzên wan de kir û daxwaza desteka mirovî ji bo kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destekdayîna projeyên xizmetguzariyê li herêmê kir.

Piştî civînê şandeyê li gel Meclisa Leşkerî ya Suryanî serdana gundên nêzî eniyên şer ên bi dewleta Tirk û çeteyên wê re kir.

ANHA