Ciwanên Heleb, Kobanê û Minbicê xwestin ku hevdîtin bi rêbertî re bê kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, li Heleb, Kobanê û Minbicê bi çalakiyan xwestin ku tavilê hevdîtin bi rêber Abdulllah Ocalan re were kirin û li ser rewşa wî agahî bigirin.

Ciwanên Heleb, Kobanê û Minbicê xwestin ku hevdîtin bi rêbertî re bê kirin
Ciwanên Heleb, Kobanê û Minbicê xwestin ku hevdîtin bi rêbertî re bê kirin
Ciwanên Heleb, Kobanê û Minbicê xwestin ku hevdîtin bi rêbertî re bê kirin
Ciwanên Heleb, Kobanê û Minbicê xwestin ku hevdîtin bi rêbertî re bê kirin
Ciwanên Heleb, Kobanê û Minbicê xwestin ku hevdîtin bi rêbertî re bê kirin
Ciwanên Heleb, Kobanê û Minbicê xwestin ku hevdîtin bi rêbertî re bê kirin
Ciwanên Heleb, Kobanê û Minbicê xwestin ku hevdîtin bi rêbertî re bê kirin
Ciwanên Heleb, Kobanê û Minbicê xwestin ku hevdîtin bi rêbertî re bê kirin
Ciwanên Heleb, Kobanê û Minbicê xwestin ku hevdîtin bi rêbertî re bê kirin
15 adar, 2021   20:10
KOBANÊ

Bi dehan ciwanên bajarê Kobanê meşek li dar xistin û bang kir ku rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan were eşkerekirin.

Meş ji pêşiya dibistana bajarokê Qenya dest pê kir. Ciwanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan û diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê berz kir.

Meş li çerxerêya gundê Dugurman rawestiya. Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Mihemed Mehmûd axivî û got, ew ê rihet nesekinin û dê têkoşînê xurtir bikin heta rewşa rêbertî were eşkerekirin.

HELEB

Bi diruşma "Ji tecrîd, faşîmz û dagirkeriyê re êdî bes e.. dem dema azadiyê ye" Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek li taxa Şêxmeqsûdê  li dar xist û xwestin ku rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan were eşkerkirin û rêbertî were azadkirin.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî meşê bûn.

Meş ji pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li beşê Rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir.Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û banga azadiya rêbertî hate kirin.

Meş li qada Meclisa Şehîd Gelhat a rojhlatê taxê sekinî û deqeyeke rêz hate girtin. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Xemgîn Heleb tecîrda li dijî rêbertî û bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan a li hemberî rewşa li girtîngehên dewleta Tirk şermezar kir. Her wiha destnîşan kir ku ew ê çalakiyan bidomînin heta agahiyekî ji rêbertî bigirin.

MINBIC

Girêdayî heman armancê, Meclisa Ciwanên Şoreşger bi beşdarbûna endamên meclisê û Meclisa Jinên Ciwan daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Ciwanên Şoreşger ji aliyê hevserokê meclisê Ehmed El-Cemîlî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin ku dewleta Tirk berpirsê rewşa tenduristî ya rêberê mirovahiyê û ramanê azad e. her wiha hate gotin ku civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bi bêdengiya xwe ji rewşa rêbertî berpirsyar in.

Di daxuyaniyê de bang li gel û pêkhateyên hate kirin ku ji bo azadiya rêbertî bi hemû hêza xwe bixebitin û wiha hate domandin: "Em soz didin rêberê xwe ku em ê şopandin fikirê wî bin, em ê têkoşînê bidomînin heta ku rêbertî azad bibe. Heger ziyan bighêje bedena rêbertî em ê tolê ji faşîzmê hilînin."

Piştî xwendina daxuyaniyê durişmeyên silavkirina berxwedanê û banga azadiya rêbertî hate kirin.

ANHA