​​​​​​​PYD: Azadî û tenduristiya rêbertî gelê Kurd bi tevahî eleqedar dike

PYD: Heta ku rewşa tenduristî ya rêber Ocalan neyê zelakirin, em ê rihet nesekinin, ji ber ku doza rêber Ocalan dozeke neteweyî ye  û tevahî gelê Kurd eleqedar dike.

​​​​​​​PYD: Azadî û tenduristiya rêbertî gelê Kurd bi tevahî eleqedar dike
15 adar, 2021   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî agahiyên derbarê rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da. PYD'ê got: " Banga li gelê xwe dikin ku di rewşa seferberiya giştî de bin.

 ji bo eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan

Nûçeyên girêdayî tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan rastî nerazîbûneke tund a gelê me hat. Ji ber siyasetên faşîzm ên hikumeta Erdogan- Bahcelî yên derbarê rêber Apo û gelê Kurd bi giştî de, daxuyaniyên ku heta niha ji aliyê desthilata Tirkiyê ve hatine dayîn nayên bawerkirin.

Ji ber vê yekê divê desthilata Tirk bihêle ku parêzerên rêber Ocalan tavilê biçin Îmraliyê û bi xwe rewşa tenduristî ya rêbertî nas bikin. Ji ber ku azadiya rêber Ocalan û tenduristiya wî tevahî gelê Kurd eleqedar dike û ji bo gelê me xeta sor e.

Em Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) banga li gelê xwe dikin ku di rewşa seferberiya giştî de bin. Kiryarên dewleta Tirk û tecîrda li ser rêbertî hedefkirina rêber Ocalan û îrade û rûmeta gelê Kurd e. Heta ku rewşa tenduristî ya rêber Ocalan neyê zelakirin, em ê rihet nesekinin, ji ber ku doza rêber Ocalan dozeke neteweyî ye.

Her wiha em bang li CPT dikin ku dimildest şandeyekê bişîne Îmraliyê,  dîsan em bang li dostên gelê Kurd dikin ku li hemberî şerê qirkirinê ku dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd dimeşîne, bisekinin."

ANHA