Şêniyên Tebqayê cenazeyên du şehîdan spartin axê

Bi merasîmekî girseyî cenazeyê şervanên QSD'ê Abdullah El-Elî û Xalid El-Meter li goristana Şehîdên Tebqayê hatin veşartin.

Şêniyên Tebqayê cenazeyên du şehîdan spartin axê
Şêniyên Tebqayê cenazeyên du şehîdan spartin axê
Şêniyên Tebqayê cenazeyên du şehîdan spartin axê
Şêniyên Tebqayê cenazeyên du şehîdan spartin axê
Şêniyên Tebqayê cenazeyên du şehîdan spartin axê
15 adar, 2021   17:30
TEBQA

Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê cenazeyê şervanên QSD'ê Abdullah El-Elî û Xalid El-Meter ên ku di 13'ê Adara 2021'an de di êrişa çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bûbûn, li goristana Şehîdên Tebqayê veşartin.

Kerwanê oxirkirinê ji bajarê Reqayê ber bi goristana Şehîdên Tebqayê ve derket.

Li goristanê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve toraneke leşkerî hate lidarxistin.

Piştre, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Tebqa û Meclisa Sivîl  a Tebqayê axaftin hatin kirin, di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna serkeftinê hate dayîn.

Piştî axaftinan, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Foza Mihemed nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyê her du şehîdan di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên  "Şehîd namirin" hatin veşartin.

ANHA