Kesên ku li Efrînê komkujî pêk anîne li Başûr tên pêşwazîkirin

​​​​​​​Di 15`ê Adara 2018`an de jinek 30 salî gihaşt nexweşxaneya Avrîn û di nava xwînê de mabû. Ji ber şoka windakirina sê zarokên xwe navê xwe ji bîr kiribû. Ev bûyer mînaka herî ber bi çav li ser pergala dewleta Tirk a xwîndar e ku hinek hewl didin xuyanga wî xweşik bikin.

Kesên ku li Efrînê komkujî pêk anîne li Başûr tên pêşwazîkirin
Kesên ku li Efrînê komkujî pêk anîne li Başûr tên pêşwazîkirin
Kesên ku li Efrînê komkujî pêk anîne li Başûr tên pêşwazîkirin
Kesên ku li Efrînê komkujî pêk anîne li Başûr tên pêşwazîkirin
15 adar, 2021   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Bajarê Efrînê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi temamî dorpêç kiribû, saet di 17:00`an de di 15`ê Adara 2018`an de bi awayekî hovane û bê ser û ber topbaran kir. Di 45 deqeyan de zêdetirî 23 moşek nava bajêr ketin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20`ê Çileya 2018`an de bi tevahiya cureyên çekên giran, pêşketî, balafirên şer, dron û heta yên qedexekirî êrişî kantona Efrînê kir.

Êrişa ku li dijî Efrînê pêk hatiye, ne li dijî artêşekê yan jî hêzeke diyar bû, lê belê li dijî sivîlan, xweza, perestgehan, cihên dîrokî û binesaziya bajêr bû. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî vê êrişê li ber xwe dan.

Bi hezaran şêniyên bajar, navçe û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dan kantona Efrînê û êrişên dewleta Tirk red kirin û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî wan êrişan, bazirganiyên siyasî yên di navbera Rûsya û dewleta Tirk de şermezar kirin û tev li berxwedana kantona Efrînê bûn.

Artêşa Tirk a dagirker karwanên sivîlên ku berê xwe dane Efrînê bi awayekî yekser kir hedef, di encamê de gelek sivîl şehîd bûn. Karwana dawîn jî di 7`ê Adara 2018`an de gihaşt Efrînê di nav de şandeya hêz, partî û oldarên Başûrê Kurdistanê hebûn.

Di 15`ê Adara 2018`an artêşa Tirk a dagirker bi temamî bajarê Efrînê doprêç kir. Wê demê bi hezaran şêniyên Efrînê û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de hebûn. Bajar bi moşek û topan bi awayekî bê ser û ber dabûn ber topbaranê. Taxa Tirindê, derdora nexweşxaneya Avrîn, taxa Mehmudlî, navenda bajêr bi zêdetirî 23 topban kirin hedef û komkujî li dijî şêniyên bajêr pêk anî. Di encama topbaranê de 9 sivîl di nav de 4 zarok, 3 jin, kesên tememezin û ciwanek hebûn. Her wiha zêdetirî 14 kesên din jî birîndar bûn. Ev hemû tenê di 15 deqeyan de pêk hat.

`JI BER ŞOQÊ NAVÊ XWE JI BÎR KIR`

Jinek 30 salî gihaşt nexweşxaneya Avrîn û di nava xwînê de mabû. Ji ber şoka windakirina sê zarokên xwe navê xwe ji bîr kiribû.

Mihemed Hemo ji şêniyên navçeya Cindirêsê ye ku ji ber topbaran dijwar a dewleta Tirk a dagirker li ser navçeyê, ji navçeyê ber bi bajêr ve koçber bûbû, topek li mala wî ya li taxa Tirindê ket. Jin û her du zarokên wî birîdar bûn û çarenûsa endamên din ên malbatê nedizanî.

Bûyerên ku di 15`ê Adarê de çêbûye, asta hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd bi taybet û gelên Bakur û Rojhilatê Sûiyê derdixist holê. Sedema bingehîn a berdewamkirina dewleta Tirk hovîtiya xwe jî, bêdengiya navneteweyî bû ya ku li hemberî komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî kurdan, dîrok û çanda wan a li Efrînê tu bertek nîşan neda.

Komkujiya 15`ê Adarê îsbateke din a ku derewên dewleta Tirk an ku Îtîlîfa Nîştimanî ya Sûriyê sîwana siyasî ya çeteyên dewleta Tirk ên li ser Efrîn û şêniyên wê eşkere dike. li gorî raporên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan rêjeya Kurdan li vî bajarî ji sedî 96 bû lê niha bi rêjeya ji sedî 23 derbas nake.

Dewleta Tirk niha bi rêya derbaskrina rojnamevanan ji bajêr re, heta Îtîlafa Sûriyê, Encumena Nîştimanî ya Sûriyê (ENKS) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hewl didin xuyanga dewleta Tirk li hemberî raya giştî xweşik bikin. Serdana serokê Îtîlafa Sûriyê Nasir El-Herîrî ji Başûrê Kurdistanê di destpêka meha Adarê de jî, gavek ji bo rewakirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ye, her wiha komployeke din a li dijî Kurdan e û veşartina komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Dewleta Tirk a ku azadî û demokratiyê îdia dike, li Efrînê gelek komkujî pêk anîn. Hejmara sivîlên di êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê de şehîd ketine gihaşt 257 kesan di nav de 45 zarok û 36 jin hene. Her wiha 742 sivîl birîndar bûn di nav de 113 zarok û 113 jin. Ev hejmar asta xwîndariya dewleta Tirk a dagirker nîşan didin.

Di vir de pirsek xwe dide pêş, gelo Îtîlafa Nîştimanî û ENKS`ê yên ku îdia dikin ku ew welatparêz in, dikarin sedemên komkujiyên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîne, diyar bikin? Gelo rêveberiya PDK`yê ya ku nûnerê siyasî yê çeteyên dewleta Tirk Nasir El-Herîrî pêşwazî kiriye, pirs kir çima ew komkujî li dijî gelê Efrînê pêk anîne?

(şx)

ANHA