Hêzên hikumeta Şamê gundewarê Hema û Idlibê topbaran kir

Hêzên Hikumeta Şamê rojane baregehên çeteyên dewleta Tirk li herêmên bê çek topbaran dike. Di vê çarçoveyê de, hêzên hikumetê bi moşekan deverên li gundewarên Hema û Idlibê topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarê Hema û Idlibê topbaran kir
15 adar, 2021   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Hikumeta Şamê bi moşekan şeva yekşemê herêmên El-Fetîra, Kensefra, Sefhon, Filêfil, Bênên û derdora El-Barê li çiyayê Zawiyê ya gundewarên başûrê Idlibê û El-Enkawî û derdora Qêldîn li Sehil El-Xab a bakur rojavayê Hemayê hedef girt.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumetê bi çekên giran deverên li Rweyha û Gedora ya girêdayî Idlibê topbaran kir.

SOHR'ê destnîşan kir ku di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê li dijî gundê Kefrêdîn û rêyên çiyayê Zawiyê ya gundewarên başûr rojhilata Laziqiyê de jinek birîndar bû

Her wiha hêzên hikumetê bajarokê El-Ziyara, gundên El-Meşîk, Xerbet El-Naqos, Girê Wasid û Şaxorêt a Sehil El-Xab a gundewarên rojavayê Hemayê armanc kir.

(dm)