Dewleta Tirk li Eyn Îsayê baregeheke din ava kir

Dewleta Tirk a dagirker di nava hefteyekê de 5 baregeh li derdora rêya M4 ya li Eyn Îsayê di ava kir. Di heman demê de ji bo ko wan baregehan bi hev ve girê bide xendekan dikole.

Dewleta Tirk li Eyn Îsayê baregeheke din ava kir
15 adar, 2021   10:26
EYN ÎSA

Dagirkeriya Tirk di 4 mehên borî de gelek baregehên leşkerî bi kûrahiya 32 kîlometre nava axa Sûriyê de li rêx rêya M4 ava kir.

Baregehên dewleta Tirk li bakur, rojhilat û rojavayê bajarokê Eyn Îsayê ne, dewleta Tirk bi rêya van baregehan dike armanc ku bajarok û rêya M4 ku herêma Cizîrê û Firatê bi hev ve girê dide bişpîne .

Dagirkeriya Tirk avakirina bargeha xwe ya 5'mîn a li derdora gundê El-Xalîdiyê yê 6km rojavayê bajarokê li ser bermahiyên malên gundiyên koçber bi dawî kir.

Dagirkeriya Tirk sewqiyetên leşkerî di nav de, çekên giran, kamîreyên çavdêriyê û radar, zêde dike.

Ajansa me karîbû opresyonên kolandina xedekan û rakirina satirên axê li ser rêya M4'ê belge bike.

Piştî 3 mehan ji êrişên domdar ên dagirkeriya Tirk li dijî navçeya Eyn Îsa û gundewarên rojavayê Girê Spî, dewleta Tirk dest bi avakirina baregehên leşkerî kir.

Hêzên Hikumeta Şamê û Hêzên Rûsyayê li ser eniyên şer ên başûrê rêya M4 belav dibin, lê belê li hember sûcên dagirkeriya Tirk bê deng in.

Nûçegihanê me ragihand ku dewleta Tirk a dagirker baregehek leşkerî ya nû li bakur rojavayê navçeyê ava kir û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide baregeheke din li ser rêya navbera navçeyên Til Temir û Zerganê de ava bike.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/88zFE6FfM7Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>