Li kampa Holê 2 penaberên din ên iraqî hatin kuştin

Hêzên ewlekariya kampa Holê cenazeyên 2 penaberên iraqî ku di kampê de hatine kuştin, dîtin.

Li kampa Holê 2 penaberên din ên iraqî hatin kuştin
15 adar, 2021   08:29
HESEKÊ

Hêzên ewlekariyê vê sibehê 2 cenazeyên penaberên iraqî di beşa 5'mîn a kampê de dîtin.

Li gorî rêveberiyê kampê kesên ku hatine kuştin; Eymen Raêd Reşîd Ehmed Salih û Abdullah Raxib Mirebet in.

Şaneyên DAIŞ'ê bûyerên kuştinê li dijî penaberên iraqî pêk tînin. Heta niha hikumeta Iraqê vegerîna welatiyên xwe napejirîne.

Li gorî rêveberiya kampê, hejmara malbatên iraqî di kampê de 8 hezar û 284 e.

Her wiha heta niha kes an kesên ku ev bûyer pêk aniye, nehatin naskirin, lê hêzên ewlekariya kampê şaneyên DAIŞ'ê yên di kampê de berpirsyar dibîne.

Ji destpêka sala nû ve, heta niha 42 bûyerên kuştin û birîndarkirinê li kampê pêk hatine.

(dm)

ANHA