Fermandarê artêşa Iraqê bi nûnerên Şengalê re rûnişt

Fermandarê artêşa Iraqê û şandeyek payebilind a Iraqê çû Şengalê. Şande bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re civînekê li dar dixe.

Fermandarê artêşa Iraqê bi nûnerên Şengalê re rûnişt
15 adar, 2021   08:32
ŞENGAL

Şandeya ku ji fermandarê artêşa Iraqê Ebdulemîr Yaralla, berdevkê Odeya Çalakiyên Hevbeş Ebdulemîr Eş-Şemerî, musteşarê Ewlekariya Neteweyî Qasim El-Erecî, nûnerê Kar û Barên Ewlekariya Neteweyî Hemîd El-Şitrî pêk tê, çû Şengalê.

Rayedarên Iraqê li navenda Şengalê li baregeha leşkerî ya artêşa Iraqê bi nûnerên rêveberiya xweser re civiyan.

Di civînê de li ser navê Rêveberiya Xweser rayedarên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Partiya Azadî û Demokratsiya Êzidiyan (PADÊ), Desteya Rêveber a Şengalê, Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê amade ne.

Cara yekem e ku şandeyek di vê astê de diçe Şengalê û bi Rêveberiya Xweser re dicive.

Civîn ji çapemeniyê re girtî dom dike.