Mirinê li gel bêhna sêvan berê xwe dabû Helebçeyê

Mirin bi gazên jehrî re hatibû Helebçeyê. 5 hezar Kurd hatibûn qetilkirin. Li Helebçeyê armanca dagirkeran ne tenê Kurd bûn, dixwestin kurdîtiyê jî ji holê rakin.

Mirinê li gel bêhna sêvan berê xwe dabû Helebçeyê
15 adar, 2021   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BEREKAT

Di 16’ê Adara 1988’an de bombeyên kîmyewî bi ser Helebçeyê de barandin. Li gorî daneyên nefermî; 5 hezar mirov bi gazên kîmyewî yên ku bêhna sêvan jê dihat, hatin qetilkirin. Li Helebçeyê bi tenê mirineke fizîkî tune bû, li Helebçeyê xwestin hêviyên gelekî jî tune bikin.

Ji sala 1980`yî heta Tebaxa 1988`an Şerê Kendavê yê Yekemîn an jî şerê Iraq-Îranê dewam kir. Di encamê şerê 8 salan de, bêyî ku her du aliyên şer bi ser bikevin, agirbest ragihandin.

Şerê Kendavê yê Yekemîn ku 8 salan dewam kir, ji şerên herî zêde ku tê de xwîn hate rijandin û derdora milyonek kes hatin kuştin. Di pêvajoya şer de gelê Kurd bûbû qurbaniyê parçebûna hêzên kurdî yên li Başûr û rêya şaş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK).

Beriya şerê Iraq û Îranê alozî di navbera YNK û PDK`ê de hebû ku piştî Peymana Cezaîrê ya ku bi piştgiriya Îranê ya ji serhildana kurdî re bi dawî kir. Piştî ku serildana Kurdan têk çû, hêzên kurdî yên din li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de hatin belavkirin û di sala 1975’an de YNK ji PDK`ê veqetiya.

Her du partî YNK û PDK, beriya şerê Îran-Iraqê ne xwedî giraniyeke leşkerî û ne jî siyasî bûn û rageşiyên wan hişt ku parçebûn di navbera Kurdên li Başûr de çêbe. Hin bûn alîgir û hin jî bûn dijber, yekemîn şerê çekdarî yê ku di navbera wan de derket, sala 1978`an bû ku li ser herêmên Başûr bû. Di wê demê de yek ji fermandarên YNK`ê hate kuştin, ji ber ku dema YNK`ê berê xwe da Bakurê Kurdistanê da ku kamyona çekan wergire, PDK`ê êrişî 800 pêşmergeyên wê kir û 700 kes ji wan kuştin.

TENÊ LI BARZANÊ 8 HEZAR QURBANÎ

Di pêvajoya şerê Iraq-Îranê de, herêmên Başûr û Rojhilat hatin topbarankirin. Di sala 1983`yan de û bi piştgiriya PDK`ê, Îranê li eniya bakur a Başûrê Kurdistanê êrişek pêk anî, di heman demê de bi piştgiriya Barzanî hêzên Îranê bajarokê Hacî Umeran desteser kir û piştre jî artêşa Iraqê li Barzan zêdetirî 8 hezar Kurd kuştin û di heman salê de YNK`ê ku alîgira Îranê bû, bi Iraqê re agirbest ragihand û dest bi diyalogan kir.

Di sala 1984`an de YNK`ê bi hikumeta Iraqê re peymanek mohr kir û li ser bingeha wê 40 hezar kes hatin biçekkirin û li ser sînor hatin erkdarkirin û rageşiya di navbera PDK û YNK`ê de berdewam kir. Piştî peymana YNK`ê Başûr veguherî qada şer û her çi qas Talebanî dijber bû û geh alîgirê hikumeta Iraqê bû û geh jî alîgirê hikumeta Îranê bû, lê dîsa jî hêzên Îranê derbasî herêma Talebanî ya li herêma Pencewînê bûn.

Peymana di navbera hikumeta Iraqê û YNK`ê de tenê salekê dewam kir û milîsên hikumeta Iraqê xizmekî Celal Talebanî kuşt, ji ber vê yekê Talebanî careke din berê xwe da Îranê û di dawiya sala 1986`an de civîneke lihevanînê bi PDK’ê re li dar xist û rasterast Îranê piştgiriya wê kir.

KOMKUJIYA HELEBÇEYÊ

Piştî şerê Iraq-Îranê bi dawî bû, bajarê Helebçeyê ji aliyê hikumeta Iraqê ve û bi serkêşiya Sedam Hisên, bi gazên kîmyewî hate hedefgirtin û li gorî rêxistinên navneteweyî gazên Sarîn û Xerdel hatin bikaranîn, di encamê de zêdetirî 5 hezar Kurd şehîd ketin û bi deh hezaran kes birîndar bûn.

Heta roja îro şêniyên bajarê Helebçeyê êşê dikişînin, ji ber ku rêjeya nexweşên derûnî yên ji ber çekên kîmyewî zêde ye û hê jî ji ber bandora wan gazan gelek kes jiyana xwe ji dest didin.

Parçebûna di navbera PDK û YNK`ê de, temenê wê şêniyên bajarê Helebçeyê da. Bajarê Helebçeyê li başûrê rojhilatê bajarê Silêmaniyê ye ku 10 kîlometreyan dûrî sînorê Îranê ye, li bakurê rojhilatê Bexdayê ye û bi 150 km dûrî wê ye.

Edîtorê BBC’yê John Simpson ku li ser Helebçeyê gotarek nivîsandibû, got ew û komeke biçûk ji rojnamevanên biyanî bi balafireke hêzên hewayî yên Îranê çûbûn Helebçeyê û hikumeta Îranê derfet da ku hovîtiya sûcên ku Sedam Hisên li pêş çavê cîhanê li dijî gelê xwe pêk anî, diyar bike û desthilata Îranê nehişt ku kesên ji bombebaranê rizgar bûn, vegerin û miriyên xwe veşêrin da ku ew qurbaniyan bibînin.

John Simpson rewşa bajarê Helebçeyê dide zanîn ku cenaze li her derê hebûn, dema nêzî qurbaniyan dibûn, didît ku her yekî ji wan kesekî din parastiye, yan zarokek yan jî hevser an jî zarokên berşîr, lê tevan jî jiyana xwe ji dest dabû.

RÊYA ŞAŞ BERDEWAM E

Di encamê de mirov dikare bibêje ku ji ber parçebûna di navbera hêzên kurdî yên li Başûr û rêya şaş, gelê Helebçeyê bû qurbanî.

Gelê Kurd hîn jî temenê rêya şaş a hêz û partiyên kurdî dide, mînaka vê yekê jî rewakirina PDK`ê ya ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr û ji sala 1992`yan heta roja îro rê ji wan re vekirî ye ku êrişî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bike. Di sala 2014`an de Şengal radestî çeteyên DAIŞ`ê kirin, dev ji Kerkûkê berdan û beriya niha kujerê gelê Kurd ê li Rojava li Hewlêrê pêşwazî kir.

Li vir pirsek derdikeve holê; gelo kîjan bajarên Kurdan dê temenê rêya şaş a hin partiyên kurdî ku têkiliyên wan bi dijminên gelê Kurd re heye, nexasim bi dewleta Tirk, re bide yan gelê Kurd xwedî gotineke din e?

Piştî ku Kurdistaan bi Peymana Lozanê kirin çar parçe, planên qirkirina Kurdan xistin dewrê û wek polîtîkayeke dewletên serdest û dagirker gelek caran komkujiî pêk anîn. Helebçe encama polîtîkayên qirkirkinê yên beriya xwe bû. Dîrok di vê qonaxê de êdî vê yekê nîşanî me dide; ji bo ku pêşî li komkujiyên li ser Kurdan bê girtin, yekitiya neteweyî ya Kurdan mecbûrî ye.

(eh)

ANHA