PYD'ê bi rûspiyên eşîrên Ereb ên Til Hemîsê re civiya

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) geşedanên siyasî li ser asta herêmê ji rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo re nirxandin.

14 adar, 2021   16:41
QAMIŞLO

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Til Hemîsê, Hevserokê PYD'ê Enwer Muslim, endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD'ê Xelîl Osman beşdarî civînê bûn. Civîn li gundê Cîsî li eywana rûspiyê eşîra Şerabîn, Salih Xelef El-Kirês hate lidarxistin.

Hevserokê PYD'ê Enwer Muslim rewşa siyasî  li ser asta Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilat bi taybet nirxand. Muslim got: "Serkeftina şênî û şêx û rûsiyên eşîrên Ereb û pêkhateyên herêmê bi giştî di Rêveberiya Xweser de serkeftina tevahî welatiyên Sûriyê ye, dema ku aramî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebe ev ji tevahî welatiyên Sûriyê re hêviyeke."

Muslim bi domdarî got: "Me aştiya navxweyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parast, em li sîstemeke demorkatîk ji bo her kesî digerin, heger kêmasî hebin em ê bi hev re çareser bikin."

Enwer Muslim diyar kir ku di gel krîza aborî ya heyî, gelê herêmê rewşeke normal derbas dike, hin aliyên derve siyasetên "Parçe bike tu yê bi ser bikeve" di nava eşîran de dimeşînin, aloziya Sûriyê bûye aloziyeke navneteweyî û şer destpê ku bi rêya wekîlan bû, lê niha bûye destwerdana raste rast.

Muslim di berdewama nirxandinên xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk Efrîn, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin, hemû herêmên dagirkirî bi hev ve girêda, di heman demê de ziman û pereyên tirkî li ser şêniyan ferz dike û demografya herêmê diguhere. Muslim diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker gelê Sûriyê şantaj dike, mînaka vê, qutkirina ava Firatê ye.

Muslim di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Sûriyê kir ji siyasetên dewleta Tirk û şertê taybet hişyar bin û wiha bi dawî kir:  "Bi hevgirtin û nirxandina me ya ji aloziya ji rewşê re em ê aloziyê derbas bikin, rejîma Baas û dewleta Tirk a dagirker û dewletên din ên li ser xaka Sûriyê berjewendiyên gelê Sûriyê naxwazin, divê gelê Sûriyê bi xwe li berjewendiyên xwe bigerin."

Piştî nirxandinên hevserokê PYD'ê, rûspiyên navçeyê, jî nêrînên xwe anîn ziman. Rûspiyan piştevaniya xwe ji Rêveberiya Xweser re nîşan dan. Rûspiyê eşîra Tifêhîn ê Til Hemîsê, Elî El-Hefel banga jiyana hevbeş û piştevaniya bi Rêveberiya Xweser re  li şêx û rûspiyên herêmê kir.

Rûspiyê eşîra Şerabîn, Mecid Samir El-Beşar, jî got, Til Hemîs mînaka jiyana hevbeş e, delîlê vê yekê tevkariya şêniyên wê bi Rêveberiya Xweser re ye.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GXd9zUCjvno" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>