Şêniyên Dêrikê cenazeyên du şehîdan spartin axê

Şêniyên herêma Dêzirkê şervanê YPG'ê Diyar Ercik (Êrîş Cesûr) û şervanê QSD'ê Ehmed Osman (Goran Dêrik) li goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.

14 adar, 2021   17:29
QAMIŞLO

Cenazeyê şervanê YPG'ê Diyar Ercik (Êrîş Cesûr) ê ku li Helebê di encama qezaya trafîkê de şehîd bûbû û şervanê QSD'ê Ehmed Osman (Goran Dêrik) ê di encama nexweşiyê de şehîd bûbû, bi merasîmekê girseyî li goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên Dêrikê, Girê Legê û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî cenazeyê her du şehîdan ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dirêkê wergirtin û bi kerwanekî berê xwe dan goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Li goristanê, ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Rêveberiya Xweser Hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û di şexsê her du şehîdan sersaxî ji malbatên şehîdan û ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevde re xwest.

Berekat got, Rêveberiya Xweser, QSD û MSD`ê ji bo parastina mafên gelê Kurd û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê her  tim banga diyalogan dikin.

Kenan Berekat bal kişand ser helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê û bêdengiya wê ya der barê daxuyaniya serokê Îtîlafê Nesir El-Herîrî û tawanên wî yên li ji Rêveberiya Xweser û got: "Opozîsyon ti carî xizmeta gelê Sûriyê nake, ji wê zêdetir bûye alavek di dewleta Tirk a dagirker de."

Li aliyekê din jî bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Wensa Şiwêş got:"Em soza didin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku em ê heta misogerkirina azadî û demokratiyê şopdarên rêya şehîdan bin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Girse cenazeyên he du şehîdan di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên "Şehîd namirin" de veşartin.

(eh)

ANHA