El-Serac dê desthilatê radestî El-Debîba bike û biçe Londonê

Çavkaniyekî nêzî hikumeta Wîfaqê eşkere kir ku serokê Meclisa Serokatî ya Hikumeta Wîfaqê dê sibe roja duşemê ji Îtalaya vegere Terablusê da ku desthilatê radestî Ebdulhemîd El-Debîba bike, piştre dê biçe Londonê.

El-Serac dê desthilatê radestî El-Debîba bike û biçe Londonê
14 adar, 2021   17:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera nûçeyan a "Alsaaa 24" ya Lîbyayê, ku agahiyên xwe spartine çavkaniyekî nêzî Hikumeta Wîfaqê; Fayiz El-Serac dê roja sêşemê bi merasîmekî fermî desthilatê radestî hikumeta nû ya bi serokatiya El-Debîba bike.

Çavkanî got, El-Serac piştî radestkirina desthilatê dê tavilê biçe paytexta Birîtanya, Londonê.

Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê Hikumeta Yekitiya Niştimanî, Ebdulhemîd El-Debîba duh şemiyê Dîwana Meclisa Wezîran wergirt.