Li Helebê ji bo malbatên şehîdan navendeke aborî hate vekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi armanca destekdayîna projeyên aborî yên malbatên şehîdan, navendeke aborî vekir.

Li Helebê ji bo malbatên şehîdan navendeke aborî hate vekirin
Li Helebê ji bo malbatên şehîdan navendeke aborî hate vekirin
Li Helebê ji bo malbatên şehîdan navendeke aborî hate vekirin
Li Helebê ji bo malbatên şehîdan navendeke aborî hate vekirin
Li Helebê ji bo malbatên şehîdan navendeke aborî hate vekirin
Li Helebê ji bo malbatên şehîdan navendeke aborî hate vekirin
Li Helebê ji bo malbatên şehîdan navendeke aborî hate vekirin
14 adar, 2021   15:41
HELEB

Bi dehan malbatên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên taxê beşdarî merasîmê vekirina navendê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Leyla Mûrad axivî, vekirina navendê li tevahî malbatên şehîdan pîroz kir û diyar kir ku ev navendê ji bo destekdayîna aboriya malbatên şehîdan hate vekirin.

Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso jî axivî û wiha got: "Meha Adarê bi êşan dagirtî ye, di vê mehê de şêniyên Efrînê piştî berxwedaneke lehengî li hemberî êrişên giran ji warê xwe derketin. Lê berxwedana xwe didomînin heta vekirin bajarê xwe Efrînê."

Eyşe Hiso li ser girîngiya vekirina vê navendê jî got: "Me ev navend li taxa Şêxmeqsûd vekir da ku malbatên şehîdan xwe di qada aborî de bi rêxistin bikin."

Piştî axaftinan, bavê şehîd Ardar Efrîn, Kemal Mihemed û dayika şehîd Dilşêr Qendîl, Ferîda Mihemed deriyê navendê vekirin.

Merasîm bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SC9kpSS9QcY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>