Malbenda Çandê ya Helebê panelek li ser rola jinan di civakê de li dar xist

Malbenda Çandê ya Helebê panelek bi sernavê"Rola jinan di rewşenbîrtî û pêşengtiya civakê de" li dar xist, da ku rêbazên geşkirina rola jinan a pêşeng di civakê de û parastina mafên wê lêkolîn bikin.

Malbenda Çandê ya Helebê panelek li ser rola jinan di civakê de li dar xist
Malbenda Çandê ya Helebê panelek li ser rola jinan di civakê de li dar xist
Malbenda Çandê ya Helebê panelek li ser rola jinan di civakê de li dar xist
14 adar, 2021   15:18
HELEB

Bi hewldana naskirina parastina mafên jinan û xwespandinê, Malbenda Çandê ya Helebê panelek bi beşdariya bi dehan ji nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan li dar xist.

Li hola civînên MSD’ê ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê panel hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/03/14/141810_lyla-khald.webp

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid li ser astengiyên jin di dîrokî de tê re derbas bûne, axivî.

Leyla Xaldi di axaftina xwe de behsa hewldan û rêbazên geşkirina jinan kir, da ku mafên xwe bi dest bixin û nêrînên xwe li ser asta cîhanê xurt bikin.

Leyla Xalid wiha got: "Tevahî azarên ku jin di dîrokî de tê er derbas bûne, bi rêya şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas kirin, ku wê jî şoreşê jin rizgar kir û hişt ku ji tevahî jinên cîhanê re bibe tov."

Piştî axaftinê, sînevîzyonek li ser kurtejiyana kesayetên jinên bibandor mîna Rîm El-Bena, Dr. Newal Seidawî, Dureya Ewnî, Eyşe Şan û hwd hate pêşandan.

Piştre deriyên nîqaşê ji beşdaran re hate vekirin û tê de nêrînên xwe li ser kefşkirina jinan a çandiniyê û rola wê ya pêşeng di avakirin civakê de par ve kirin.

Beşdaran piştrast kir ku divê ked zêde were dayîn da ku derfet li pêş jinan were vekirin ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin.

(fr)

ANHA