Koçberên Efrînê bi meşekê pêşwazîkirina Hewlêrê ji El-Herîrî re şermezar kir

Bi armanca şermezarkirina serdana serokê Itîlafa Sûrî ya ji Başûrê Kurdistanê re û pêşwaziya wî ji aliyê Partiya Demokratîk Kurdistanê (PDK) ve, bi sedan koçberên Efrînê daketin qadan.

Koçberên Efrînê bi meşekê pêşwazîkirina Hewlêrê ji El-Herîrî re şermezar kir
14 adar, 2021   15:07
ŞEHBA

Bi serdana Nesir El-Herîrî ya ji Başûrê Kurdistanê re û hevdîtina bi rayedarên PDK`ê re, bertekên gelê Kurd zêde bûn û bi vê yekê Meclisa kantona Efrînê meşeke şermezarkirina li Şehbayê li dar xist.

Bi sedan şêniyên Efrînê li naverasta navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê kom bûn û wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên şehîdên komkujiya ku artêşa Tirk li Til Rifetê pêk anî, pankartên  tawanbarkirina Îtîlafa sûrî bi xiyaneta li şoreşê û beşdariya ji dagirkirina Efrînê re rakirin. Di heman demê de beşdaran pankartên "Şermezarkirina helwesta PDK`ê û hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî pêşwazîkirina kesê bi navê Nesir El-Herîrî ya ji Başûr re" rakirin.

Meşvan ber bi çerxerêya şehîdên komkujiya Til Rifetê ve çûn û diruşmên şermezarkirina serdana Nesir El-Herîrî û helwesta PDK`ê ya li hemberî vê yekê berz kirin.

Meş li ber çerxerêya şehîdên komkujiyê ya Til Rifetê veguherî mîtîngê û li wir deqak rêzgirtin hate girtin, piştre endama Meclisa kantona Efrînê Zeyneb Silêman daxuyanî bi zimanê kurdî xwend û hevserokê Meclisa kantona Efrînê Mihemed Naso bi zimanê erebî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ev 4 sal in, Efrîn bi agirê kîna dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku rojane li dijî mirovahiyê sûcan pêk tîne dişewite, ji guhartina demografiyê û çandî ya li dijî hemû pêkhateyên wê bigire heta bi ferzkirina zimanê biyanî yê li Çiyayên Kurmênc. Li aliyekî din jî ev sûc li pêşiya çavên cîhanê pêk tên.

Nesir El-Herîrî xwedî dîrokeke reş û faşîst e û di nava partiya Baasê de cihê xwe bilind kir, ev jî bi rêya kiryarên hovane yên li dijî Kurdan miroger kir û hemû derfet ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar anî.

El-Herîrî aloziya Sûriyê wekî derfet ji xwe re dît ku li dijî Kurdan û bi rêya girêdana xwe ya bi oposîzyonê re şofînîstiya xwe bide der û bibe serçeteyekî komên terorîst ên li Efrînê û hemû herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî.

Asta faşîstiya El-Herîrî gihaşt asta ku kesê bi navê Ebû Emşa yê ku destên wî di şehîdxistina Hevrîn Xelef û sûcên dermirovî yên li Efrînê pêk hatin de hebû, xelat bike.

Ev kes bi germî û bê şerm ji aliyê serokê PDK`ê Mesûd Barazanî ve hate pêşwazîkirin û qêrîna zarokên Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî jî bir kir.

Ger ev serdan nîşana tiştekî bike ji xwe ew erêkirina dagirkirina herêmên kurdî yên din e û gefxwarinên li dijî Şengalê mînakê vê yekê ye."

Meş bi diruşmên şermezarkirina serdana serokê Itîlafê û banga ji  bo avakirina yekitiya kurdî re bi dawî bû.

(eh)

ANHA