Girtiyê nexweş Hayrettîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Hayrettîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da. Hayrettîn Yilmaz li girtîgeheke dewleta Tirk a li bajarê Afyonkarahîsarê dihat ragirtin  û nedihat dermankirin.

Girtiyê nexweş Hayrettîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
14 adar, 2021   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Hayrettîn Yilmaz ê 65 salî jiyana xwe ji dest da. Ajansa Mezopotamyayê ragihand ku rêveberiya girtîgehê serê vê sibehê li malbata Yilmaz geriyaye û jê re gotiye ku Yilmaz jiyana xwe ji dest daye.

Malbata Yilmaz ji bo wergirtina cenaze ber bi girtîgehê ve bi rê ket. Cenazeyê Hayrettîn Yilmaz wê li Sêrtê bê veşartin.

Yilmaz bi kansera pişikê ketibû, her wiha nexweşiyên mîdeyê, nexweşiya tîroîd û nexweşiyên giran ên diranan pê re hebûn. Rayedarên Tirk bi bahaneya vîrusa koronayê demeke dirêj nehişt ku Yilmaz bê dermankirin. Her wiha tevî ku cezayê wî daket binê salekê jî nehiştin ku ji mafê berdana bikontrol sûdê wergire.