SOHR: Li Sûriyê ji destpêka aloziyê ve 388 hezar û 652 kes hatine kuştin

SOHR`ê ragihand ku ji destpêka aloziya Sûriyê di 15`ê Adara 2011`an de, li Sûriyê 388 hezar û 652 kes hatine kuştin, ji wan hezar û 13 sivîl ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatine kuştin.

SOHR: Li Sûriyê ji destpêka aloziyê ve 388 hezar û 652 kes hatine kuştin
14 adar, 2021   13:56
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), 117 hezar û 388 sivîl bûne qurbanî ku ji wan 22 hezar û 254 zarok in.

Her wiha hejmara kuştiyên endamên komên cuda yên çekdar gihaşt 54 hezar û 779`an. Hejmara kesên ji hêzên hikumeta Şamê veqetiyane jî gihaşt 2 hezar û 632`yan.

Her wiha hejmara kuştiyên hêzên hikumeta Şamê, Dîfaa Wetanî, çekdarên alîgirên wan, Hizbullaha Lubnanê û hêzên Îranê yên alîgirên wan, gihaşt 137 hezar û 145`an û 264 leşker û çeteyên Rûsyayê jî hatine kuştin.

Her wiha 207 leşkerên dagirkeriya Tirk hatine kuştin û 27 hezar û 744 çeteyên Tehrîr El- Şam û çeteyên rêxistinên din, hatine kuştin.

Li gorî daneyên SOHR`ê, 46 hezar û 197 sivîl bi destê hêzên hikumeta Şamê û aliyên girêdayî wê hatine kuştin. 8 hezar û 671 sivîl jî di êrişên Rûsyayê yên bi moşekan û hewayî de hatine kuştin. Hezar û 13 sivîl di êrişên dagirkeriya Tirk de hatine kuştin. Her wiha 461 sivîl bi destê parêzvanên sînor ên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

SOHR’ê di dawiya rapora xwe de civaka navneteweyî ji wê berpirsyar nîşan da û got: “Civaka navneteweyî ku behsa nirxên azadî û edaletê dike, heke ji destpêkê ve amade bûya û berpirsyariyên xwe yên exlaqî pêk bianîna, dê alîkariya gelê Sûriyê di avakirina dewleteke azad, demokratîk, wekhev û adil de bikira.”

(cx)