Desteya Ciwan û Werzîşê şahiyek ji bo jinan li dar xist

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyek li dar xist.

Desteya Ciwan û Werzîşê şahiyek ji bo jinan li dar xist
Desteya Ciwan û Werzîşê şahiyek ji bo jinan li dar xist
Desteya Ciwan û Werzîşê şahiyek ji bo jinan li dar xist
Desteya Ciwan û Werzîşê şahiyek ji bo jinan li dar xist
Desteya Ciwan û Werzîşê şahiyek ji bo jinan li dar xist
Desteya Ciwan û Werzîşê şahiyek ji bo jinan li dar xist
14 adar, 2021   14:11
REQA

Şahî li hola Ewlekariya Hundirîn a Reqayê hate lidarxistin. Di şahiyê de şêniyên bajarê Reqayê û Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser û endamên Yekitiya Werzîşê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşdar bûn.

Hevseroka Yekitiya Werzîşê ya Reqayê Nisrîn El-Xelef bixêrhatina beşdaran kir û 8`ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir.

Maçeke tenîsa masê di navbera tîmên jinan ên Tebqa û Kobanê de hat çêkirin. Komên zarokan stran û şano pêşkêş kirin, piştre hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meha Mihemed tîmên beşdar xelat kirin.

(dx)

ANHA