Kongreya Star a Efrînê: Armanca serdana El-Herîrî astengkirina Rêveberiya Xweser e

Têkildarî salvegera 4'emîn a dagirkirina Efrînê, Kongreya Star daxuyaniyek da û serdana Nesir El-Herîrî ji Başûrê Kurdistanê re şermezar kir û got "Armanca wan astengkirina pêkanîna projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk e."

Kongreya Star a Efrînê: Armanca serdana El-Herîrî astengkirina Rêveberiya Xweser e
14 adar, 2021   12:34
ŞEHBA

Bi dehan endamên Kongreya Star a Herêma Efrînê beşdarî xwendina daxuyaniyê ya li Kampa Serdem a kantona Şehbayê bûn.

Daxuyanî ji hêla endama Komîteya Perwerdê ya Jinan Leyle Heftaro ve bi zimanê kurdî û berdevkê Kongreya Star a herêma Efrînê Şêrîn Hesen ve bi zimanê erebî hate xwendin.

Kongreya Star da zanîn ku di salvgera êşa koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên Efrînê de, Nesir El-Herîrî serdana Herêma Kurdistanê kir û got: "Di dema ku gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hêviya geşedanên diyaloga kurdî der barê yekrêziya gelê Kurd de bû, hikumeta Başûrê Kurdistanê pêşwaziya şandeya îtîlafa Sûriyê kir."

Kongreya Star di berdewama daxuyaniyê de got ew pêşwazîkirina herêma Kurdistanê ji nûnerên Îtîlafa Sûriyê Nesir El-Herîrî û hevkarên wî re şermezar dikin û wiha dewam kir: "Ji ber ku destê xwe dixin destê çeteyên dewleta Tirk ên ku komujiyê li dijî zarok, jin û gelên Efrînê pêk tînin."

Her wiha Kongreya Star diyar kir ku armanca serdana El-Herîrî astengkirina projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk e.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AySSo_JzsVo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>