Serhildana 12’ê Adarê bû bingeha avakirina neteweya demokratîk

Endamê rêveber ê PYD`ê li Şedadê Fadil El-Hisên diyar kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo afirandina jiyaneke nû û dûrî sîstemeke desthilatdar û netewperest hatiye lidarxistin û destnîşan kir ku serhildana 12’ê Adarê ya 2004`an bû bingeha şoreşa heyî.

Serhildana 12’ê Adarê bû bingeha avakirina neteweya demokratîk
14 adar, 2021   10:28
HESEKÊ- BASIM EL-DEXÎL

 Serhildana 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişlo ku di 2004`an de li stada futbolê li dijî hikumeta Şamê ya qirker dest pê kir û paşê li gelek bajaran belav bû, bû sembola têkoşîna Kurdan û bingeha avakirina neteweya demokratîk û biratiya gelan.

Endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fadil El-Hisên diyar kir ku her kes bûyera ku rejîma Baasê di 2004`an de pêk aniye, dizane. Her kesî dît ku çawa gule li alîgirên tîma Cîhadê ya ku piraniya wê Kurd bûn, reşandin û 30 kes şehîd xistin.

El-Hisên da zanîn ku piştî wan bûyeran li dijî sûc û siyaseta qirker a rejîma Baasê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û heta Heleb û Şamê jî xwepêşandanên gel dest pê kirin. Gel di xwepêşandanan de bang li hikumetê kirin ku li dijî xwepêşandêran çekan bi kar neynin û xwînê nerijînin.

El-Hisên got: "Şoreşa me ya li Sûriyê ku ji hêla mirovên mexdûr ve hate destpêkirin da ku jiyaneke nû dûrî rejîmên desthilatdar û neteweperest biafirîne. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin şoreşa 2004'an bingeha van şoreşan e."

Di çarçoveyeke pêwendîdar de, endamê Komîteya Parastinê ya meclisa navçeya Şedadê Ewad Bozan got: "Gelê herêmê bûyerên 12'ê Adarê ya 2004'an ji bîr nakin. Rejîma Sûriyê bi wê bûyerê xwest pêkhateyên herêmê bi hev bixe, dîsa jî heya îro siyaseta xwe ya binpêkirinê li dijî gelê û pêkhateyan didomîne.”

Her wiha Bozan destnîşan kir ku gelê herêmê ji planên rejîma Baas û hevkarên wê haydar in, nîşaneya vê yekê jî serhildan û şoreşên ku ji raman û felsefeya rêber Abdullah Ocalan derketine ku encama wan di bin banê biratiya gelan de Rêveberiya Xweser e.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YNtzO2jfniU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>