Mezlûm Ebdî: Em biryara Parlamentoya Ewropayê pêşwazî dikin

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî da zanîn ku biryara Parlamentoya Ewropayê ku banga vekişandina dewleta Tirk hêzên xwe ji bakurê Sûriyê dike, pêşwazî dikin.

Mezlûm Ebdî: Em biryara Parlamentoya Ewropayê pêşwazî dikin
14 adar, 2021   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Ewropayê di 11'ê Adarê de biryarek pejirand ku tê de dewleta Tirk bi pêkanîna sûcan li Sûriyê tê tawanbarkirin û banga derxistina leşkerên Tirk ji herêmên dagirkirî kir. Her wiha di biryarê de hebûna dewleta Tirk li Sûriyê bi "dagirkeriyê" hate binavkirin. Parlamentoya Ewropayê projeya qanûnê erê kir.

Her wiha Parlamentoyê piştrast kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Sûriyê hevalbendê wan bû.

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî têkildarî mijarê bi twittekê wiha got: "Em biryara Parlamentoya Ewropayê ku banga vekişandina hêzên dewleta Tirk ji bakurê Sûriyê dike, pêşwazî dikin. Em jî tevlî nêrîna Parlamentoya Ewropayê ya li ser hewldanên dewleta Tirk ên qirkirina etnîk ên li dijî Kurdên Sûriyê pêk tîne, bi fikar in,dibin."

(dx)