​​​​​​​Encamnameya konferansa jinan eşkere bû

Komîteya amadekar encamnameya Konferansa Hevbeş a Jinên Neteweyên Cuda ku di 6’ê Adarê de li dar ketibû, eşkere kir.

​​​​​​​Encamnameya konferansa jinan eşkere bû
14 adar, 2021   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di 6’ê Adarê de jinên Efgan, Îranî, Ereb û Kurd konferanseke online li dar xistibû. Komîteya amadekar a konferansê encamname eşkere kir.

Di konferansê, endama Komeleya Şoreşgerên Jin ên Efganistanê Sara Sema, endama Rêxistina Tirîbonal a Îranê Mêrsêde Qaidî, endama KJAR’ê Mîryem Fetihî, çalakvana Mafê Mirovan  Heyfa Elesedî, endama Hemahengiya Platforma Dekokrasiyê ya Îranê Besê Şamarî axivîn.

Piştî delegeyên konferansê encamnameya konferansê erê kir, ji raya giştî re hate eşkerekirin. Xalên encamnameyê wiha ne:

1- Têkoşîna hevbeş a jinan  li ser bingehê nasîn û piştgirîkirina hev ya li dijî siyaseta şerxwazî,  dagirkeriya emperyalîzma cîhanî û herêmê, sermayedariyê weke beşe sereke ya têkoşînê hate destnîşan kirin. Pêwîstî bi yekdengiya jinan heye.

2- Piştgirî û piştevaniya jinên panaber û koçber û bi taybet jinên Efganistan ên li Îranê ku bûne qurbanê siyaseta şovenîst û ji hemû mafên xwe hatine bêpar hiştin.

3- Têkoşîna hevbeş a li dijî yasaya Komara Îslamî ya ku jinan bindest dike.

4- Li dijî siyaseta Komara Îslamî ku bûye sedema lewazkirina rêgez, nijad, aborî û siyasî ya ku bi rêya bicihkirina yasayên dijî jinan, têkoşînek hevbeş.

5- Têkoşînek hevbeş ya ji bo azadî û piştgiriya girtiyên siyasî-sivîl û jinan.

6- Ji bo parastina jinan û yekrêziyê, pêkanîna mekanîzmeyek û avakirina eniyek hevbeş ji bo parastina beden, çand, siyasî û aboriyê. Bi rêya pêkanîna kampanyayek hevbeş û yekdeng ku piştgiriyê bide hemû tevger, raperînên jinan ya li hemberî teror, êriş û hebûna jinan dike armanc.