Nivîskarekî lubnanî: Însyatîfa Erebî ya Azadiya Ocalan ji bo danasîna fikirê azad e

Nivîskar û rojnamevanê lubnanî Xelîl El-Qadî diyar kir ku armanca "Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Ocalan" danasîna fikrê Ocalan ji bo gelê Ereb e, ji ber ku fikrê Ocalan ne tenê ji bo neteweya Kurd e.

Nivîskarekî lubnanî: Însyatîfa Erebî ya Azadiya Ocalan ji bo danasîna fikirê azad e
14 adar, 2021   09:00
QAHÎRE –EMANÎ EZAM

Di salvegera 22`yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de ku di 15`ê Sibatê de pêk hat, komeke rewşenbîrên Misrî û Ereb bi navê "Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Ocalan" însiyatîfeke dan destpêkirin. Armanc ji vê însiyatîfê ew e fikirê rêber Abdullah Ocalan û doza gelê Kurd bi gelê Ereb bide nasîn. Ev însiyatîf hem weke erkeke mirovî ji bo destekdayîna têkoşeran ji bo azadiya gelên wan û hem jî ji bo nirxdayîna têkiliyên dîrokî yên di navbera Kurd û Ereban de ye.

Têkildarî mijarê nivîskar û rojnamevanê lubnanî Xelîl El-Qadî got: " Însiyatîfa Erebî ya azadî ji ronakbîr û têkoşer Abdullah Ocalan re di çorçoveya piştgiriya ji doza kurdî bi giştî re û ji bo doza têkoşer Abdullah Ocalan ku dîl hatiye girtin, pêk hatiye. Ji lew re gelek rojamevan û nivîskarên Ereb banga azadkirina ronakbîrê Kurd û têkoşerê ku jiyana xwe ji bo parastina doza gelê xwe û gelê bindest veqedandiye, dikin."

El-Qadî  ji ANHA'yê re da xuyakirin ku ev însiyatîf bi armanca piştgiriya mafê têkoşînê, mafê azadiyê û mafê wekheviyê pêk hatiye, da ku mafên siyasî ku mafên hemû gelan e were misogerkirin. Her wiha destnîşan kir ku gelê Kurd ku li ser axa welatê xwe Kurdistanê dijîn, ji aliyê her çar dewletan ve azar û zilma bindestiyê dikişînin. Tevî ku axa ku li ser dijî ya Kurdan e.

Nivîskarê lubnanî destnîşan kir ku ev însiyatîf di çarçoveya bilindkirina dengê li dijî zordariya dewleta Tirk a ku hîna jî di derbarê têkoşer û ronakbîr Abdullah Ocalan de berdewam dike de, pêk hatiye û wiha berdewam kir: "Ronakbîrên Ereb banga piştevaniya doza têkoşer Abdullah Ocalan û azadiya wî kirin. Armanc ji vê însiyatîfê ew e ku fikirê Ocalan û fikirê azad bi gelên Ereb bide naskirin. Her çiqasî cihêwazî di navbera neteweyan de hebe jî, lê divê naskirinek çêbibe, ji ber ku fikirê Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd e."

El-Qadî da zanîn ku ev însiyatîf encama xebata komeke kesayetên siyasî, rojnamevan û ronakbîrên Ereb e û got: "Ev kes hewl didin peywendiyan bi gelê Kurd re çêkin û piştevaniya bidin vê gelî di doza wî ya azadî, wekhevî û bidestxistina mafên de."

Di dawiyê de nivîskar û rojnamevanê lubnanî Xelîl El-Qadî destnîşan kir ku her çi qasî ev însiyatîf dereng mabe jî, lê di demeke guncaw de pêk hatiye û got: "Nexasim ku her kes li cîhanê banga azadî, adaleta civakî û wekheviyê dike, doza têkoşer û ronakbîr Ocalan ji çarçoveya giştî derneketiye. Têkoşer Ocalan tu kiryarên ku gefan li aştiyê bixwe nekiriye, lê belê banga mafên gelê xwe û gelên bindest dike."

(eh)

ANHA