YNK: Divê berpirsên referandum û xiyaneta Şengalê lêborînê bixwazin

YNK’ê bi daxuyaniyekê bersiva berpirsa Baregeha Barzanî Amîna Zikrî da û got “Ma Kurdek ku bi xiyaneta Şengalê û referamdumê êş nekişandiye, heye. Kesê ku ev kar kiriye, deyndarê lêborînekê ye ji bo êzidiyan û hemû gelê Kurd.”

YNK: Divê berpirsên referandum û xiyaneta Şengalê lêborînê bixwazin
14 adar, 2021   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsa dosyaya parlamento û hikumetê ya Baregeha Barzanî Amîna Zikrî duh bi daxuyaniyeke nivîskî gotibû: “Ger hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî bixwaze bi serok Barzanî re bicive, divê destpêkê ji ber xiyaneta 16’ê Cotmeha 2017’an lêborînê bixwaze.”

Sekreteriya Meclisa Rêveberiya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) duh bi daxuyaniyekê bersiva Barageha Barzanî da û wiha tê gotin: “Ev çend roj in li ser mijara danîştina cenabê hevserok Lahor û kesek ji hizbeke din gelek axaftin tên kirin ku di demekê de ye wî kesî bi xwe daxwaza civînê ji hevserok Lahor kiriye.

Di serî de divê bêjin, cenabê hevserok Lahor di hemû serdeman de, eger zanîbe mijarek wê aştiya civakî û aramiya siyasî durist bike, tu deman dudil nebûye. Heta eger li ser hebasê qurbanîdayîna xwe û partiya xwe ji be. Dîrok li ser vê axaftinê şahid e.

Pêwîst nake, nakokiyên malbatî têkelî berjewendiyên bilind ên xelkê Kurdistanê werin kirin, yan berjewendiyên xelkê Kurdistanê bibin qurbaniyên nakokiyên navxweyî yên vê partiyê.

Der barê mijara niha tê behskirin de, divê em bipirsin gelo pirsgirêka heval hevserok Lahor bi kesekê re heye. Gelo ya ku di encama referandumê bi ser Kerkûk, Şengal, Xaneqîn û Xurmatû de hat, li hemberî heval hevserok Lahor bû yan, li hemberî hemû gelê Kurdistanê bû? Ma Kurdek ku bi xiyaneta Şengal û referandumê êş nekişandî heye?  Yanî kesek ku vî karî kiribe, deyndarê lêborînek ya ji bo êzidiyan û hemû gelê Kurd e. Eger ev çêbû, wê demê bi heval hevserok Lahor re rûnin û civîn jî asayî ye.”

Di rojên borî de neviyê Şêx Mehmûd, Mehmûd Hefîdzade hewldaye di navbera hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî û serokê PDK’ê Mesûd Barzanî de civînek çêbibe. Piştî vê hewldanê berpirsên YNK û PDK’ê bi daxuyaniyan bersiva hev didin.