Heyva Sor a Kurdî dê mezintirîn avahiya protezê li herêmê veke

Hevya Sor a Kurd Ji bo kesên ku organên laşê xwe di şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de winda kirine, amadekariyên vekirina navendeke mezin a prontezê dike.

Heyva Sor a Kurdî dê mezintirîn avahiya protezê li herêmê veke
14 adar, 2021   01:46
QAMIŞLO-HÊLÎN ABDULLAH

Heyva Sor a Kurd amadekariya vekirina navendeke mezin  a prontezê(parçeyên laş ên sînaî) bi navê "Can Soz" dike. Firehiya navendê hezar û 600 metre dam e. Navend ji bo kesên di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de parçeyên laşên xwe winda kirin re, bibe alîkar. Di wan şeran de nêzî 5 hezar û 760 kesî parçeyên laşên xwe winda kirin, ku ji bo leckirina wan parçeyan neçar diman ku derkevin derveyî herêmê û lêçûneke mezin bidin.

Ev proje li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya yekemîn e. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendên parçeyên sînaî hene, lê tenê ji bo şervanan bûn. Dê li vê navendê beşên taybet bi piştevaniya derûnî û dermankirina fîzîkî jî hebin.

Girêdayî mijarê, Endama Rêveber a Heyva Sor a Kurd Newroz Xelîl wiha got: "Me pêwîst dît ku navendekê ji bo leckirina parçeyên sînaî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekin, ji ber ku hejmareke mezin ji kesên ku parçeyên laşê xwe di şerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê winda kirine, hene. Hejmara wan nêzî 5 hezar û 760 kesî ye, ev navend jî berfirehkirina ji navenda taybet bi leckirina parçeyên sînaî re ya ku berê li bajarê Hîmo ya Qamişlo ye."

SAZÛMANIYA AVAHIYÊ

Li ser sazûmaniya avahiyê, Newroz Xelîl destnîşan kir ku dê li avahiyê 3 qat hebin, qatek ji bo leckirina parçeyên sînaî, qatek ji bo dermankirina fîzîkî û qatek ji bo piştevaniya derûnî ye.

Navend li ser 3 beşan hate avakirin, da ku kesên tên navnedê tevahî pêwîstiyên ji tehlîl, keşfên tenduristî û wêneyên radyolojiyê wergirin, ew jî beriya leckirina parçeyekî laş bi 6 mehan e.

/ar/uploads/files/2021/03/13/194642_dsc_0002.webp

Newroz Xelîl têkildarî amadekariyên vekirina navneda "Can Soz" wiha domand: "Amadekirina avahiya taybet hîna bi dawî nebûye, lê piştî 4 mehan dê avahî bi dawî bibe û dê têkeve xizmeta şêniyan."

Newroz Xelîl di derbarê çêkirina madeyan de, da zanîn ku madeyên guncav ên çêkirina parçeyên sînaî niha tên peydakirin û got:"Lê niha em zehmetiyên peydakirina wan ji herêmên li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikişînin."

Dê li navendê jî pispor û çavdêrên li ser rewşan hebin.

Şaredariya gel hezar û 600 metre dam erd ji bo vekirina vê navendê veqetandiye. Li aliyekî din jî Hevya Sor a Kurd a Başûrê Kurdistanê , şîrketa Medico ya almanî, şaredariya Barcelona û Hevya Sor a Fransî jî di vê projeyê de destekê pêşkêş dikin.

Newroz Xelîl di dawiyê de got dê navend tenê li Qamişlo hebe, lê belê dê tê de destwerdanên lezgîn ên Hevya Sor a Kurd li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ML9ZfXFPYvg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>