Tevî êrişên dagirkeran saziyên Zirganê karê xwe didomînin

Sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li pêşiya xebatên saziyên xizmetguzariyê yên navçeya Zirganê nabin asteng. Hevserokê meclisa navçeyê dibêje: "Li hemberî dagirkeriyê şêniyan xeta berxwedanê esas girtine."

Tevî êrişên dagirkeran saziyên Zirganê karê xwe didomînin
14 adar, 2021   00:36
HESEKÊ – OLVA HAC MENSÛR

Bi destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê yên bi navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" li ser bajarên Serêkaniyê Girê Spî û gihiştina wan nêzî navçeya Zirganê re azarên şêniyên gundên nêzî eniyên şer zêde bûn.

Hejmara niştecihên navçeya Zirganê 50 hezar kes bûn, piştî dagirkirina Serêkaniyê û nêzîbûna dagirekran nêzî navçeyê, zêdetir 28 hezar kes ji navçeyê koçber bûn.

Navçeya Zirganê girêdayî herêma Serêkaniyê bû, lê niha di aliyê îdarî de girêdayî navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê. Navçe ji 60 gundan pêk tê, di nav de 25 gund hatin dagirkirin.

Zirgan yek ji navçeyên ku li xeta eniyên şer ên bi dewleta Tirk û çeteyên wê re ye ku 1 km dûrî eniyên şer e.

Artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên rojane êrişî navçeyê dikin û li gundên dagirkirî sûcan pêk tînin, ev yek tirsê dixe nava şêniyan û dibe sedema koçberkirina şêniyên gundên nêzî eniyên şer.

Bi destpêka şoreşa 19'ê Tîrmehê di sala 2012`an de û ragihandina Rêveberiya Xweser di 2014'an de, li navçeyê sazî hatin avakirin da ku ximzeta şêniyan bike û pêwîstiyên wan bi cih bînin.

Tevî êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, sazî li gorî merc û derfetên heyî dixebitin.

Têkildarî rewşa navçeya Zirganê û sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, Hevserokê Meclisa Navçeya Zirganê Salih Semo ji ANHA'yê re axivî.

'DAGIRKER HERÊMÊN TIJE SIVÎL TOPBARAN DIKIN`

/kr/uploads/files/2021/03/13/204150_2021-3-13-alderbasiya-bajare-zergan-1.webp

Salih Semo diyar kir ku bi destpêka êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dagirkirina bajarê Serêkaniyê û hatine dagirkeran nêzî navçeyê re, navçe rojane tê hedefkirin, nexasim herêmên sivîl lê hene.

Semo destnîşan kir ku şêniyên navçeyê di nava ewlehî û aramiyê de bûn, lê piştî êrişan di rewşeke bi tirs û ne aramiyê de ne.

Semo got, tevî rewşa şer pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xaka xwe ve girêdayî ne û şêniyên navçeya Zirganê li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xeta berxwedan û têkoşînê esas girtine.

'TEVAHÎ ŞAREDARÎ Û MECLIS LI SER KARÊN XWE NE'

Têkildarî xebatên saziyên navçeyê Semo got: "Tevahî şaredarî û meclisên navçeyê karê xwe yê rojane dikin. Tevî ku hin gund û bajarê tenê  600 metreyan dûrî çeteyan e, tevahî endamên saziyan li ser karê xwe ne û xizmetê dikin, bi şev û roj ji bo pêkanîna xizmetê û daxwazên şêniyan dixebitin. "

Salih Semo destnîşan kir ku tevî êrişên domdar ên li ser navçeya Zirganê şênî bi mal û xaka xwe ve girêdayî ne.

Hevserokê Meclisa Navçeya Zirganê Salih Semo di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku di rêzekê de bin, piştevaniyê bidin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi pey rêbazên şerê taybet ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dimeşînin, nekevin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XPqk_Y5VT54" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>