Siyasetmedar û lêkolîner: Rêveberiya Xweser aliyê rizgariyê ye

Deh sal di ser aloziya Sûriyê re derbas bûn, lê hikumeta Şamê û opozîsyon di şerê li ser desthilatê de bi israr in. Siyasetmedar û lêkolîneran eşkere kir ku Rêveberiya Xweser keştiya ku dê Sûriyê bighîne ewlehiyê.

Siyasetmedar û lêkolîner: Rêveberiya Xweser aliyê rizgariyê ye
14 adar, 2021   02:58
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Ji destpêka aloziya Sûriyê ya Adara 2011’an ve, hikumeta Şamê berê xwe dide çareyên leşkerî û bi wan çareyan xwe dispêre aliyên herêmî û hin aliyên navneteweyî mîna Îran û Rûsya û bi diruşma xwe ya "têkbirina terorê" hewl dide ji nû ve serweriya xwe li ser xaka Sûriyê ya ku ji dest daye, ferz bike.

Sekeretê Partiya Demoqrat a Kurd  li Sûrî  (Partî) Nesredîn Îbrahîm got, aloziya Sûriyê aloziyeke tevlihev e û ne di encama çend salên borî de hatiye, lê rehên wê vedigere salên dirêj ji azarên gelê Sûriyê yên destpotî û dîktatoriyê.

Hikumeta Şamê lihevkirinên siyasî û leşkerî bi dewletên ku destwerdan li aloziya Sûriyê dikin re, pêk tîne da ku serweriya xwe li erdnîgariya Sûriyê vegerîne, ew jî ji civînên Cinêvê bigire heta bi Sochî û gerên Astanayê ye.

Di dirêjahiya deh salên borî de hikumeta Şamê çi cureyeke danûstandin û diyalogê yên bi armancên çareyên siyasî ji aloziya Sûriyê re  yên dûrî destweranên derve, red kir. Rexmî vê yekî jî hewldanên nîştimanî yên bi rêya proje û tecrûbeya demokratîk hebûn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sînordarkirina azarên Sûriyê, hate avakirin.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ya di Sibata borî de, di encama aloziya Sûriyê ku ket sala xwe ya 11'an de zêdetirî 11 milyon û nîv sûrî ji ser xaka xwe koçber û penaber bûn, li gel wê jî zêdetirî 400 hezar sivîl birîndar bûne.

 ‘ÇARESERÎ DI NENAVENDÎBÛYÎNÊ DE YE’

Nesredîn Îbrahîm got, ji bo çareserkirina vê aloziyê pêdiviya Sûriyê bi pergala nenavendî heye ku desthilat û berheman di navbera navend û aliyan de parve bike û wiha got: "Ev proje niha li qada Sûriyê heye, ew jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  e ku di bin sîwana wê de tevahî gel û netewe bi çand, ziman û perwerdeya xwe dijîn û civak tê birêxistinkirin."

Girêdayî wê jî Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) aliyekî aktîf li erdnîgariya Sûriyê ye û nûnerê gelek netewe, ol, etnîkên civakê, saziyên civaka sivîl, partî û kombûnên siyasî ye, MSD’ê di merheleyeke hesas ji temenê aloziya Sûriyê di 9’ê Kanûna 2015’an de hate damezrandin.

Îbrahîm wiha domand: "Heke projeya MSD’ê (Rêveberiya Xweser) li tevahî erdnîgariya Sûriyê were pêkanîn, dê bibe modelek ji avakirina pergala ku nûnertiya gelê Sûriyê bi tevahî pêkhate, etnîk û çandanê wê bike."

Yekem Rêveberiya Xweser di 21’ê Çileya 2014’an de li herêma Cizîrê hatiye ragihand, piştre rêveberiyên xweser û sivîl li herêmên dîtir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatin avakirin.

‘ÇAREYEKE ESFÛNKARÎ YE’

Girêdayî projeya ku Nesredîn Îbrahîm li ser axiviye, mamosteyê dîrok û fikirê siyasî yê li zanîngeha Iskenderiyê Dr.Celal Zenatî wiha got: "Modeleke rêzdar û çareseriyeke efsûnkarî ji nakokiyên li herêmê re ye, ji ber ku xwe naspêre  nijadperestî yan jî fînansekirinê ye, lê belê xwe dispêre rêgeza hevkarî ye. Ew modeleke ku aloziyan çareser dike, heke vîna navneteweyî xwest ku krîzên li herêmê çare bike."

Zenatî îşaret pê kir ku nepêkanîna projeyê weke modelekê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê encama astengî, înada hêzên navneteweyî û yên destwerdanê li aloziya Sûriyê dikin e û wiha domand: "Hêzên navneteweyî yên li welat, hêzên misliman mîna Îran a ku piştevaniya Baasê  dike, her wiha dewleta Tirk û dewletên dîtir ên ku piştgiriya îxwan û komên terorîst dikin ên ku hewl didin serweriya di Mîsaqî Millî de ferz bikin, li hember vê projeyê disekinin."

Zenatî diyar kir ku mijûlbûna hêzên mîna DYA’yê û Rûsya bi ferzkirina serweriya xwe, bandorek li ser vê tecûrbeyê kir.

Têkildarî israrkirina hikumeta Şamê û aliyên herêmî di redkirina Rêveberiya Xweser de Zenatî wiha pê de çû: "Hikumeta Şamê dixwaze desthilatî ya wê tenê be, serweriya Baasê û malbata Esed ferz bike. Li aliyekî din jî dewleta Tirk dibîne ku Kurd di Rêveberiya Xweser de dijminê wê ye. Ji ber ku Kurd bi hevkariya di navbera gelên herêmê de bawer in."

Zenatî da zanîn ku dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP’ê berjewendiyên wê di Rojhilata Navîn de dibîne, ji lew re hewl dide bi hemû rêbaz û sûcan projeya Rêveberiya Xweser bi bin bixe. Ji ber ku bi awayekî normal ev proje dê berjewendiyên dewleta Tirk ên îxwanî û projeya wê ya îslamî li Rojhilata Navîn têk bibe.

Zenatî eşkere kir ku Îran û milîsên wê yan jî dewleta Tirk û baskên wê û hêzên navneteweyî dibînin ku ev proje dê gelên herêmê ber bi modelekê ve bibin ku bi wê re jî biryarên xwe bidin û bi pêş ve biçin. Ev proje jî li hember tevahî aliyên mêtîngerî û ferzkirina hegamoniyê li ser gelên Rojhilata Navîn disekine.

Zenatî destnîşan kir ku diyalog û piştevahiya dewletan ji herêmê dê çareseriyeke siyasî bi xwe re bîne û dê tundiyê bi dawî bike, her wiha dê diyalog bibe şansek ji bo pêkanîna tecrûbeya Rêveberiya Xweser û jiyana hevbeş li ser asta herêmê, li aliyekî din jî dê bandoreke erênî li qada siyasî û aborî ya herêmê bike.

Zenatî di dawiyê de got heke Rêveberiya Xweser li Sûriyê were pêkanîn dê bandoreke mezin li dewletên cîran bike, di destpêkê de jî dê bandorê li Iraq, Lubnan û Yemenê bike. Bi wê re jî dê Îran û dewleta Tirk ji destwerdana li herêmê, lîstina bi çarenûsa gelên herêmê bên bidûrxistin.

Nesredîn Îbrahîm jî diyar kir ku pergala demokratîk a pirrengî ya nenavendî ya ku bi rêya destûrê were pêkanîn dê mafên tevahî pêkhateyên Sûriyê misoger bike û çareya herî baş ji aloziya li welat re ye.

Sekeretê Partiya Demoqrat a Kurd  li Sûrî  (Partî) Nesredîn Îbrahîm got, bêyî pergala demokratîk pirrengî ya nenavendî dê Sûriyê careke din li rejîma dîktatorî  vegere, mîna projeya Itîlafa Sûriyê û hwd.

(fr)

ANHA