ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-03-2021
14 adar, 2021   00:00

-Şêniyên Dêrikê cenazeyê şehîd Êriş Cesûr û Goran Dêrik li goristana Şehîd Xebat Dêrik vedişêrin, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo nirxandina geşedanên siyasî ji şêniyan re civînekê li Hola Serdem a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li pêşiya xebatên saziyên xizmetguzariyê yên navçeya Zirganê nabin asteng. Hevserokê meclisa navçeyê dibêje: "Li hemberî dagirkeriyê şêniyan xeta berxwedanê esas girtine." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- TEV-DEM'ê got, tevlêbûna Iraq di peymanên PDK û dewleta Tirk de xizmeta berjewendiyên gelê Iraqê nake, her wiha ji bo parastina Şengalê banga seferberiyê li gelê Kurd kir. (BI WÊNE).

-Sîxurekî ku ji îstîxbarata dewleta Tirk re dixebitî, li xwe mikur hat ku wî agahî li ser 4 nuqteyên leşkerî û sivîl û tevgerên fermandarên Rojava dane, her wiha destnîşan kir ku wî çete derbasî kirine da ku teqînan li Qamişloyê pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Nivîskar û rojnamevanê lubnanî Xelîl El-Qadî got: "Însyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Ocalan, ji bo danasîna gelê Ereb bi fikirê Ocalan û fikirê ku banga azadiyê dike, nemaze ku fikirê wî çarçoveya neteweya kurdî derbas dike." (BI WÊNE).

JIN

-Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê meşekê li bajarê Reqayê li dar dixin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Deh sal di ser aloziya Sûriyê re derbas bûn, lê hikumeta Şamê û opozîsyon di şerê li ser desthilatê de bi israr in. Siyasetmedar û lêkolîneran eşkere kir ku Rêveberiya Xweser keştiya ku dê Sûriyê bighîne ewlehiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Aloziya Sûriyê li pey xwe deh sal hiştin bêyî ku tiştekî nû bîne, tenê kuştin û wêrankirin, mêtingerî, asîmîlekirin û dagirkerî bi xwe re anî. Her wiha mask li ser rûyê gelek welatên ku xwe li paş maskên demokrasiyê vedişartin, xist xwarê û rûyê wan ê kirêt xuya bû. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Çavdêran diyar kir ku Erebistana Siûdî bi nêzîbûna xwe ya bi Rûsyayê re dosyaya Sûriyê wekî kaxizekê li dijî rêveberiya Amerîkayê bi kar tîne, li aliyekî din jî Misir şert li pêşiya dewleta Tirk danî ku heger bixwaze têkiliyên xwe pê re normal bike, divê destwerdana kar û barên herêmê neke. Her wiha tê texmînkirin ku li Lubnanê jî rewş gurtir bibe. (BI WÊNE).

CIWAN

-Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên werzîşê li Hola Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hevya Sor a Kurd Ji bo kesên ku di şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de parçeyên laşê xwe winda kirin, amadekariyên vekirina navendeke mezin a parçeyên sînaî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA