Li Minbicê têkildarî destûra nû ya Sûriyê panelek hate lidarixistin

Rêxistina Berçav ji bo Çeşpêdana Demokratîk, bi armanca pêşkêşkirina nêrîn û pêşniyarên derbarê komîteya destûra Sûriyê û prosesa siyasî li Sûriyê de panelek li dar xist.

Li Minbicê têkildarî destûra nû ya Sûriyê panelek hate lidarixistin
Li Minbicê têkildarî destûra nû ya Sûriyê panelek hate lidarixistin
Li Minbicê têkildarî destûra nû ya Sûriyê panelek hate lidarixistin
Li Minbicê têkildarî destûra nû ya Sûriyê panelek hate lidarixistin
13 adar, 2021   16:14
MINBIC

Endamên rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî, parêz û rewşenbîrên Minbicê beşdarî panelê bûn, ku li Hola Xwaringeha El-Erebî ya rojavayê bajarê Minbicê hate lidarxistin.

Di panelê de bal hat kişandin ser xeta pêvajoya destûra bingehîn a Sûriyê. Endama Komîteya Makzagonê, Samîra Mûbeyed, bi rêya vîdyo ji Fransa beşdarî panelê bû û li ser rêgez û qanûnên pêşkeftina makezagona nû li Sûriyê, ku hemû pêkhate û etnîk mafê xwe di destûra nû de digirin axivî.

Beşdaran têkildarî beşdarkirina civakê di nivîsandina destûr nû ya Sûriyê de nêrîn û pêşniyarên xwe gotin.

ANHA